'Hilweşandina Sûrê ji bo jêbirina hiş û bîra gelan e'

Ji Çanda Nor Zartonk-Ermenî endamê Desteya Rêberiya Navendî ya HDP'ê Mûrad Mihçi bal kişand ser talankirina Sûrê ji aliyê dewletê ve û got, "Hilweşandina wê derê ji bo jêbirina bîr û dîroka gelan e."

Mihçi bibîr xist, ku cihên girîng ên civaka Ermenî di dema dawî de bi taybetî bi hewldanên şaredariyên DBP'yî hatin restorekirin û got, "Mînak, weke Dêra Sûrp Kevork a Ermenî ya li navçeya Sûr a Amedê, gelek dêrên li Amedê ji nû ve hatin sererastkirin. Û Ermeniyên Dîkranagertî ji nû ve çûn wê derê. Yekemcar Paskalya li wir hate pîrozkirin."

Mihçi diyar kir, ev yek êdî ne pêkan e û anî ziman, ku yek ji dêrên li Sûrê wê bê hilweşandin û rewşa ya din jî qet nebaş e. Mihçi destnîşan kir, ku desthilatdariya digot 'Em ê malên Ermeniyan bidin wan' niha malên li ser navê Ermeniyan qeydkirî ne, hildiweşîne.

Mihçi da zanîn, hilweşandina xanî û avahiyên li Sûrê û yên li Stenbolê xwedî heman armancê ne û wiha dewam kir: "Ne rast e ku tenê weke ranta aborî bê dîtin. Ev hilweşandin, ji bo bîr û dîroka gelên li wê derê dijîn bê jêbirin û tineikrin, tê kirin. Bêguman di vir de rant heye, lê ya esasî ew e ku dixwazin wê çandê ji holê rakin. Hem li dijî Ermeniyan hem jî niha li dijî Kurdan."

Mihçi ragihand, 'veguherîna bajarî' ya li Sûr, Stenbol ya jî li Artvînê, bi tinekirina bîra bajarvaniyê dibe û got, "Ez ji bo gelê xwe dikarim vê bêjim; Veger û ji nû ve bicihbûna Ermeniyan li Amedê, ku di dema dawî de zêde bû bû, êdî veguheriye tirsa beriya sed salî. Ermeniyên ku tenê ji bo rojekê, ji bo ayinekê dihatin Amedê wê êdî neyên. Ji nû ve hewl didin atmosfereke 'ev ax ne ya me ye' bafirînin. Ev nayê wê wateyê ku wê li dijî vê yekê berxwedan neyê nîşandan. Ev erdnîgar a me ye, ya me hemûyan e."