Heyva Sor careke din alîkarî şand Rojhilatê Kurdistanê

Alîkariyên Heyva Sor a Kurdistanê ya ji bo Rojhilatê Kurdistanê didome. Heyva Sor diyar kir ku ji dema lehiyê û heta niha wan 350 hezar eûro alîkariya maddî ji Rojhilatê Kurdistanê re şandine.

Alîkariyên Heyva Sor a Kurdistanê ya ji bo Rojhilatê Kurdistanê didome. Heyva Sor diyar kir ku ji dema lehiyê û heta niha wan 350 hezar eûro alîkarî ji Rojhilatê Kurdistanê re şandine.

Heyva Sor a Kurdistanê diyar kir ku di 19’ê Adara 2019’an de li Rojhilatê Kurdistanê lehiyeke mezin pêk hatibû û bi hefteyan baran bariyabû. Heyva Sor a Kurdistanê derbarê alîkariyên xwe yên ji bo Rojhilatê Kurdistanê ev peyam weşand:

“Ji dema ku li Rojhilatê Kurdistanê lehî rabûye û heta niha alîkariyên me didomin. Di van lehiyan de herî kêm 200 kes miribûn û bi deh hezaran xanî û avahî jî hilweşiyabûn. Niha jî bi sed hezaran kes li Rojhilatê Kurdistanê li benda alîkariyê ne.

Di gava pêşîn de me 250 hezar eûro alîkarî şandibû ji Rojhilatê Kurdistanê. Di gava duyem de jî me 100 hezar eûro alîkarî şand ji Rojhilatê Kurdistanê. Ev alîkarî wê ji aliyê komîteyên Heyva Sor a Kurdistanê ve li mexdûrên lehiyê û li gelê me were belavkirin.

Me di 4’ê Nîsanê de ji bo gelên Rojhilatê Kurdistanê kampanyaya alîkariyê dabû destpêkirin û ev kampanya didome. Her wiha bi minasebeta meha Remezanê, kampanyaya fitr û zikatê jî didome.

Em bang li hemû gelên Kurdistanê dikin ku bila alîkariyê bidin gelê Rojhilatê Kurdistanê û bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê alîkariyên xwe bidin malbatên hejar.”