Germaniya gerdûnî:Dibe pêşû bi nexweşiyên xwe ve koçî bakur bibin

Li gorî lêkolînerên Emerîkî ragihand ku germahiya gerdûnî dibe ku pêşûyên ku hinek nexweşiyên tropîkal li xwe digirin, bi xwe re koçî bakur bikin.

Li gorî encamên lêkolînên Joûrnals.plosê parvekirî, di asata hiyşyariyê de ne. Li gel nexweşiyên pêşûyan li gel xwe dianî, nêzî milyarek kes dibe di metirsiyê de bin. Di halê hazir de ev milyarek mirov ji ber nexweşiyên mijara gotinê ne ne di rewşa fikarê de ne.

Lê ev kêzikên biçûk, ji bo mercên xwezayê li gorî berjewendiyên xwe vegerîne li jîngehên baş digerin. Eger germahiya gerdûnî li gorî halê xwe biçe, navendên bajarên Ewropa, DYE, Çîn wê ji bo jiyîna pêşûyan destdayî bin.

Lêkolîner li ser du cûreyên pêşûyan lêkolînên xwe kûr kirine; Adees aegyptî û Aedes albopîctûr in. A yekem Humaya dang û ya duyemîn jî hûmaya zer li xwe digire, ya duyemîn jî vîrûsa Zika li xwe digire.

A girîng ev cûre pêşû li herêmên zûha xwedigirin û pêşûyên xwe ragirin.

Li gorî zanayên ilmî, ev pêşû di nava 30 salên pêşiya me, dibe xwe li Chîcogo û Şengayê bidin. Dibe berovajî jî ev cûre kêzik ji herêmên pir germ jî vekişin. Li gorî van pêşbîniyan ev pêşû dibe 60 salên pêşiya me xwe li Navîna Efrîqa bide.