'Gerîla wê têkoşînê derbasî qonaxeke nû bike'

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) salvegera 34'an a Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir ku wê rojê fîşeka destpêkê li dijî dewleta Tirk hate teqandin.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi wesîleya salvegera 34'an a Pêngava 15'ê Tebaxê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin ku ew salvegera 34'an a Pêngava 15'ê Tebaxê bi biryardariya azadî û serketinê pêşwazî dikin û Cejna Vejînê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd, têkoşerên li zindanan û li her qada têkoşînê, li malbatên şehîdan û dostan hate pîrozkirin.

Di şexsê fermandarê mezin ê Pêngava 15'ê Tebaxê fermandar Egîd de hemû şehîdên leheng bi rêzdarî hatin bîranîn û hate gotin, "Soza ku me daye şehîdan em dubare dikin. Bi geşkirina têkoşîna azadiyê re em ê xwedî li bîranînên şehîdên xwe derkevin. Bi wesîleya vê roja pîroz em soz didin ku em ê armanca xwe ya Kurdistana Azad bi cih bînin."

ÇALAKIYA AZADIYÊ YA DÎROKÎ

Fermandariyê diyar kir ku Çalakiya 15'ê Tebaxê ya Mezin weke vejîna mirovahiya li Kurdistanê hate binpêkirin, mîna fîşeka destpêkê ya li koledarî û tarîtiyê hate xistin cihê xwe di dîroka gelê Kurd de girt û bû xeta berxwedanê ya ji nû ve hebûnê.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bûye pêngaveke dîrokî ya ji bo hesabpirsîna ji mêtingeriyê, parastina hebûna xwe û nîşandana îradeya xwe ya azadiyê. Fermandariyê got, "Ev çalakiya azadiyê ya dîrokî ku bi îrade û hêza xwe hate kirin, gelê Kurd ê li ber mirinê bû ji nû ve afirand û weke Cejna Vejînê cihê xwe di dîroka gelê Kurdistanê de girt."

SÎSTEM Û JIYANEKE NÛ AFIRAND

Fermandariya Biryargeha NPG'ê da xuyakirin ku Pêngava Gerîla ya 15'ê Tebaxê ku bi nêrîna kûr a polîtîk û îdeolojîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, ne tenê pêşî li pêvajoya tinebûna gelê Kurd girt, di heman demê de li dijî paşverûtiya herêmê ya Rojhilata Navîn bû destpêka pêngaveke şoreşgerî ya nû.

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku vê pêngava dîrokî ya li dilê Kurdistanê li Botanê dest pê kir, bi xwe re sîstemeke nû ya nêrînê, jiyaneke nû, rêbazeke nû ya têkoşînê, ruh û îradeya hebûn û serketinê anî.

Fermandariyê diyar kir şoreşa ramanî ya ku li ser vê bingehê li nav civaka Kurd pêk hat, bi xwe re şoreşa civakî jî mezin kir û li ser xeta azadiya jinê rastiyeke nû ya civakî derxist holê.

RUHÊ YEKÎTIYA NETEWEYÎ

Di daxuyaniya NPG'ê de hate ragihandin ku bi nêrîna neteweyî û şoreşa zîhniyetê re li Kurdistanê ruhê yekîtiya neteweyî afirî, nêzîkatiyên mezhebperestî, zaravayîperestî, parçetî, herêmperestî û eşîrperestiyê yên li nava civakê ji holê rabûn û helwesteke neteweyî-demokratîk derkete holê.

Fermandariyê da xuyakirin ku ev pêngava kûr û bi heybet a 15'ê Tebaxê perspektîfa paşerojê ya gelê Kurd raxist pêş çavan û kir ku doza azadiyê bibe xwedî nêrîneke stratejîk a xurt û hemdem.

Fermandariyê destnîşan ir ku di nava 34 salan de gelek destanên lehengiyê hatine nivîsandin û wiha dewam kir: "Li Rojhilata Navîn ku niha şerê sêyemîn ê cîhanê lê diqewime, eger gelê Kurd bi hêz û îrade derketibe ser dika dîrokê, ev yek bi saya ruhê 15'ê Tebaxê, formasyona wê ya îdeolojîk û berxwedana destanî ya şehîdên me yên leheng e.

PERSPEKTÎFA AZADIYÊ DANÎ BER GELÊN ROJHILATA NAVÎN

Ruhê 15'ê Tebaxê ruhê hevrêbûna rast a bi Rêber Apo, dilsoziya bi şehîdên nemir û têkoşîna bê eman a bi biryardariya serketina gelê Kurd e." Fermandariyê destnîşan kir ku ruhê Pêngava 15'ê Tebaxê yekane sekna serketina têkoşînê ye.

Fermandariya Biryargeha NPG'ê diyar kir ku têkoşîna bê navber a li Kurdistanê ku 34 sal in dewam dike îro li Rojhliata Navîn ji bo îradeya demokrasî û azadiyê berhemên gelekî girîng afirandiye û got, "Dewleta Tirk ku dixwaze pêşî li veguherîna demokratîk bigire, bi çeteyên AKP-MHP-Ergenekon û El Qaîdeyê bi rengekî qirkirina topyekûn êrîşên faşîst dibe ser gelê Kurd. Êrîşên li dijî Rojava sala 2014'an bi êrîşên li Şengal, Mexmûr, Kerkûk û Kobanê dewam kirin. Bi berxwedana dîrokî ya gelê Kurd re ev êrîş hatin pûçkirin. Lewma şerê azadiyê yê gelê Kurd ku ji 15'ê Tebaxa 1984'an û vir ve dewam dike, ne tenê şerê ji bo parastina Kurdistanê heye, di heman demê de şerê ji bo parastin û ronîkirina Rojhilata Navîn e. Ruhê berxwedanê yê Pêngava 15'ê Tebaxê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn niha bûye çavkaniya îlhamê û perspektîfa azadiyê."

SÎSTEMA ÊŞKENCE Û TECRÎDÊ

Fermandariya Navenda Parastina Gel di dewama daxuyaniya xwe de got ku, "Rêber Apo ê ku bûye pêşengê şoreş û gelê me û di warê avabûna van destkeftiyan de gelek keda wî heye, îro di bin tecrîdeke giran de ye. Divê were zanîn ku Rêber Apo temînata aştiya welat û yekîtiya Tirkiyeyê ye. Vê zilma ku îro li Îmraliyê tê kirin, binpêkirina mafên mirovan tê wateya êrîşa li ser dahatû û îradeya me. Bi vê zilma li hemberî Rêbertiya me re dixwazin îradeya gelê me bişkînin û hêza têkoşîna me qels bikin. Lê heta ku vê zilma li Îmraliyê bidome ew ê giyanê fedaî yê hêzên me xurt bibe. Vê zilma li ser Rêbertiya me ya ku rejîma faşîst û mêtinkar dike, gelê me û dostên me jî dibînin. Ev tişt teqez e ku ew ê xwedîlêderketina li Rêbertiyê zêdetir bibe.

GERÎLA WÊ DI POZÎSYONA ÇALAK Û BI BANDOR DE BE

Em gerîlayên HPG’ê  bi biryardarî, girêdayîn û tecrubeyên xurt dikevin salvegera 35’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê çawa ku heta niha hemû êrîşên faşîzma AKP-MHP’ê têk birin ew ê ji niha û şûnde jî bi performanseke zêde van êrîşan pûç bike. Di warê avabûna serdema nû ya gerîlayên Kurdistanê de, ew ê giyanê pêngavê yê hevrê Egîd bibe bingeh û ew ê hêzên HPG’ê parastina gelê Kurdistanê di serketineke bilind pêk bîne. Di vê qonaxa dîrokî de gerîlayên azadiya Kurdistanê li ser xeta Rêber Apo ew ê helwesta xwe ya bi biryar bidomîne û ji bo azadiya Rêber Apo û ya gelê Kurdistanê ew ê meşa xwe ya serfiraziyê bidomîne.

Li ser vî esasî di salvegera 35’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê de bi şîara ‘Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad’ li ser xeta şehîdên fermandar Egîd, Erdal (Engîn Sîncer), Adil Bilikî, Nûda Karker, Reşît Serdar, Huseyîn Mahîr, Berçem Cîlo, Delal Amed, Azad Sîser, Çiyager, Welat, Serdar û Baranan û bi hezaran şehîdên qehreman, em ê têkoşîna xwe bi gerîlatiya profesyonel bînin asteke nû.

Di salvegera 35’emîn a têkoşînê de li hemberî faşîzma qirker û mêtinkar em bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku bila tevlî nav refên gerîlayan bibin. Em careke din Cejna Vejînê ya gelê xwe û ya hemû hevrêyên xwe pîroz dikin û serketinê ji hêzên têkoşer re dixwazin."