Efrînî her hildiberînin: Li Şehbayê febrîqeya helawê vekirin

Efrîniyên ku bi berxwedan û afirîneriya xwe navdar in, li penaberiyê jî her hildiberînin. Yek ji berhemên Efrîniyan jî Febrîqeya Helawê ya bi navê Cûdî ye, ku rojane 2 hezar qutiyên helawê çêdike.

Piştî ku dewleta dagirker a Tirk tevî komên xwe yên çete Efrîn dagir kir, bi sedan hezar Efrînî ji neçarî derbasî herêma Şehbayê bûn. Koçberên ji Efrînê ji aliyekî ve ji bo ku vegerin Efrînê li ber xwe didin, li aliyê din jî ji bo ku di şertên koçberiyê de jiyana xwe bidomînin, ji tunebûnê derfetan diafirînin.

Yek ji van berhemên Efrîniyan jî Febrîqeya Cûdî ya helawê ye. Li gel derfetên kêm û mercên giran ên penaberiyê, çend Efrîniyan li herêma Şehbayê febrîqeya helawê vekirin.

Zekeriya Reşîd ku tevî çend hevalên xwe Kargeha Cûdî vekirin, li ser karê xwe ji ANF'ê re axivî.

Reşîd got, "Me ev kar destpêkê li mala xwe ceriband. Çend caran me çêkir û me dît ku ev kar ji me tê. Piştî 3 mehan me ji xwe re ev cihê kar vekir."

Reşîd diyar kir ku ew qutîkeke helawê bi 350 lîreyê Sûriyeyê didin û her çiqas perekî kêm be jî di van şertên koçberiyê de ji bo ku ew debara xwe bikin vî karî dikin. Reşîd got, "Li febrîqeyê 11 kes dixebitin. Ji saet 8'ê sibehê heta 16'ê êvarê em kar dikin. Febrîqeyên wek vê li heremên din jî hene. Mînak li Helebê jî febrîqeyên helawê hene, lê ew bi amûrên hîn pêşketî kar dikin. Li wê derê rojane 1500 qutîk helawê çêdikin. Lê em karê xwe hemûyî bi destan dikin. Her wiha rojê 2 hezar qutîk tên amadekirin û li dikanan tên belavkirin."

Di dawiyê de Reşîd got, armanca wan ew e ku vî karî bi awayekî pêşketî bikin û têxin xizmeta gel.