Du hevrêyên li Dêra Zorê

Herdu şervanên YPJ'ê Azadî Avesta û Rûken Rojhilat, bi hev re tevlî şer dibin, bi rengekî bêtirs li refên herî pêş cih digirin û bi ser DAIŞ'ê ve diçin.

Pêngava Bagera Cizîrê ya li bejahiya Dêra Zorê ber bi dawiyê ve diçe. Çeteyên DAIŞ'ê derbên giran ji şervanên jin ên YPJ'î dixwin. Dostaniyên bêmirin ên li eniya şer, ne tenê li dijî faşîzmê ye, di heman demê de mînakeke şênber a avakirina jiyana azadîparêziya jinê ya li Rojhilata Navîn e.

Şervanên YPJ'ê Azadî Avesta û Rûken Rojhilat, ku bi hev re tevlî şer dibin û bi rengekî bêtirs li refên herî pêş cih digirin, bi ser çeteyên DAIŞ'ê ve diçin. Her du şervanên rû li ken ên YPJ'yî, di pêngava çolê de birîndaran ji nava şerê giran derdixînin, pêşengiyê ji komên êrîşê re dikin, li qadên parastinê nobedê digirin, çeka giran a bi tîpa Doçka û wesayita zirxî ya Hammerê bi kar tînin û tirsê berdidin nava dilê DAIŞ'ê.

AZADÎ EV SÊ SAL IN DI NAVA REFÊN YPJ'Ê DE YE

Azadî Avesta, şervaneke ciwan a ji Sêrtê ye. Li çeperên Dêra Zorê bi wesayita zirxî ya giran hema hema di her operasyonê de li refên herî pêş ê û bi ser dijmin ve diçe. Mîna gelek jinan wê jî li dijî êrîşên hovane yên DAIŞ'ê yên li dijî jinan rahiştiye çekê. Dibêje, "Malbata min welatparêz bû, lê YPJ nas nedikir. Ji ber bandora olê, di nava malbata min de jî zexteke giran li jinê dihate kirin. Bi demê re min YPJ nas kir û biryar da tevlî bibim."

LI DIJÎ ZÎHNIYETA DAIŞ'Ê RAHIŞT ÇEKÊ

Azadî wiha dewam dike: "DAIŞ'ê li her derê komkujiyên mezin dikir. Mînak; li Şengalê ewqas jin revand, keçên ciwan mîna malekî ji zilamên extiyar re hatin firotin... DAIŞ'ê ev yek jî bi navê Îslamê, bi navê ol dikir. Ez jî wê wextê tevlî nava refên YPJ'ê bûm. Ancax bi çekê bersiv dikarîbû ji vê zîhniyetê re bihata dayin. Ya ku dikete ser milê me, çepergirtina li dijî DAIŞ'ê û şerkirin bû. YPJ'ê li dijî vê yekê ya ji dest hat kir û tinekirina DAIŞ'ê weke hedef danî pêşiya xwe."

LI TABÛRA WESAYITÊN ZIRXÎ

Azadî Avesta ku ji sala 2014'an û vir ve di nava YPJ'ê de ye, tevî Hol, Şehîd Rûbar û Reqayê beşdarî gelek pêngavan bûye. Avesta dibêje, "Ez berê di nava tabûra bi tevger de bûm û min cihê xwe di nava hemû êrîşan de girt. Niha jî di tabûra wesayitên zirxî de me" û destnîşan dike ku ew ji wezîfeya xwe gelekî kêfxweş e û jê hez dike. Avesta wiha dewam dike: "Wesayitên zirxî psîkolojiyeke giran li ser dijmin vedike. Fîşek tê re naçe û bi saya van wesayitan em kêm windahiyan didin. Bi van wesayitan re em zû bi pêş ve diçin.

Ez û hevala Rûken, em di wesayita zirxî û doçkaya li ser, wezîfedar in. Em koman dibin û tînin. Erzaqê û cebilxaneyan ji wan re dibin. Em hemû derfetên wesayitên zirxî li eniyên pêş bi kar tînin. Dema ku şer an jî êrîşek rû dide. destpêkê em dest li rewşê werdidin. Birîndaran ji cihê şer derdixînin. Karê me bi rastî jî cihê kelecanî, îrade û daxwazê ye. Eger daxwaza te nebe, tu nikare bi ser bikeve.

EV SÊ MEH IN BI HEV RE NE

Bi hevala Rûken re ev 3 meh in em bi hev re ne. Em karê xwe bi giranî bi hev re dikin; amadekirin, paqijikrina doçka, ajotina wesayitê, van karan bi hev re dikin. Em bi hev re xwe ji bo êrîşê amade dikin. Her karî bi hev re, bi awayekî kolektîf dikin. Hevgirtin ji bo me gelekî pêwîst e. Bi vî rengî em dikarin derbên giran li dijmin bixin."

NAVNÎŞANA ÎRADEYÊ: YPJ

Azadî Avesta destnîşan dike ku dema navê YPJ'ê tê gotin, beriya her tiştî 'îrade' tê bîra mirovan û dibêje, "Ji ber ku eger tu ne xwedî îrade be, nikare li hemberî zîhniyeta kujer a DAIŞ'ê rabe. Hêz û îradeya me jî xwe dispêre Rêber Apo. Ev kar hêsan nîne, şerkirin zehmet e. Eger em hêza xwe ji Rêber Apo negirin, em ê nikaribin bibin xwedî vê îradeyê. Jin di nava civakê de bê îrade tê dîtin, lê YPJ vê nêzîkatiyê parçe dike. Cihgirtina li nava refên YPJ'ê min kêfxweş dike."

BILA JIN RABIN SER PIYAN

Azadî ku li refên herî pêş ên şerê dijî DAIŞ'ê cih digire, vê bangê li jinan dike: "Ji bo hilanîna tola şehîdên me yên leheng rabin ser piyan. Bila dengê min biçe hemû jinên li gelemperiya cîhanê; di mijara bêîrade û bêhêziya jinan de bila me YPJ'ê bibînin û rabin ser piyan. Bila hemû me bibînin û rabin ser piyan. Bila tola lehengên me hilînin. Li dijî zilma DAIŞ'ê hemû jin, her kes li ber xwe bide."

HER KU MIN NAS KIR, EZ PÊ RE DILSOZ BÛM

Rûken Rojhilat berî tevlî nava refên YPJ'ê bibe xwendekar bû. Dibêje, "Min lêkolîn kir û xwest tevlî bibim. Piştî ku tevlî bûm, her ku min nas kir ez pê re dilsoz bûm. Di nava YPJ'ê de min vîn û hêza jinê dît."

PIŞTÎ REQA Û ŞENGALÊ BERÊ XWE DA DÊRA ZORÊ

Rûken jî mîna Azadî di gelek pêngavên dijî DAIŞ'ê d cih girtiye. Rûken dibêje, "Tevlî pêngavên Şengal û Reqayê bûm. Niha jî di nava pêngava Dêra Zorê de me" û destnîşan dike ku ya herî zêde tehdeyê lê dike, şehadeta hevrêyên wê ye. Rûken Rojhilat wiha dewam dike: "Birîndarbûn û şehadeta hevalan min gelekî diêşîne. Lê belê hêzê ji van şehadetan digirim, ji bo hilanîna tola wan şer dikim. Hêrsa xwe mezin dikim. Dixwazim hê bêhtir cihê xwe di nava pêngavan de bigirim û li dijî DAIŞ'ê şer bikim. Ez bi taybetî bi daxwaza xwe tevlî pêngava Dêra Zorê bûm."

YPJ RENGÛRENG E

Cihgirtina li nava refên YPJ'ê mîna gelek jinan jiyana Rûken jî guherandiye. Rûken Rojhilat dibêje, "YPJ bi cihêrengî û qîmeta ku li her qadê dide jinan, rengûreng e" û vê yekê destnîşan dike: "Eger YPJ cihê xwe di nava pêngavekê de digire, ev pêngav gelekî watedar û serketî dibe. YPJ ji her alî ve bi erk û rista xwe radibe. Me ev yek li Reqayê dît. Li vir jî bi xurtî bi rola xwe radibe. YPJ tevgereke serketî yıe û wê bi vî rengî dewam bike. Hemû êrîşên DAIŞ'ê ji aliyê YPJ'ê ve hatin şikandin. Ev yek hêza YPJ'ê radixe pêş çavan. Em jî hêza xwe ji YPJ'ê digirin."

DOSTANIYA LI ENIYÊ NAYÊ JIBÎRKIRIN

Rûken Rojhilat diyar dike ku dostaniya li eniya şer gelekî hêja ye û nayê jibîrkirin û wiha dewam dike: "Di pêngava Dêra Zor de dema ku hevala Azadî wesayita zirxî diajo, ez jî li ser doçka li ser wezîfedar im. Hevaltiya me, hevrêtiya me gelekî xurt e. Li vê derê, bi hemû hevalên di tîm de cih digire, gelek bîranînên me yên bedew hene. Moralê wan moralê min û kelecana min zêde dike."

ŞER JÎ JIYAN JÎ TÊN PARVEKIRIN

Li ser rola ku di pêngava Dêra Zorê de pê re radibin, Rûken Rojhilat dibêje, "Min hevala Azadî di pêngava Dêra Zorê de nas kir. Me di destpêkê de kom dibirin û dianîn. Ji bo rewşên lezgîn em diçûn. Me şehîd û birîndar dibirin. Dema ku diçin cihekî stratejîk em bi hev re nîqaş dikin û biryareke hevpar digirin. Ew pozîsyona Hammerê eyar dike, ez jî Doçkayê amade dikim. Dema ku di doçkayê de pirsgirêkek derdikeve, em bi hev re dest lê werdidin. Em hevdu temam dikin. Di çepergirtina wesayitê de jî em timî li hev guhdarî dikin, biryarên hevpar digirin. Azadî min koordîne dike, liv û tevgerê radigihîne. Bi vî rengî em karekî kolektîf dikin."

PSÎKOLOJIYA DAIŞ'Ê XERABE YE

Têkildarî bandora Doçkayê di pêngava Dêra Zorê de Rûken Rojhilat dibêje, "Doçka çekeke welê ye ku bandoreke xwe ya psîkolojîk heye. Erdê li vir vala ye. Ji ber ku mesafe direj e, rola Doçkayê gelekî girîng e. Ev yek jî bandoreke psîkolojîk dike û dijmin dişikîne. Bandora xwe gelekî xurt e. Ji ber vê yekê em di pêngavan de bi giranî Doçkayê bi kar tînin."

JI BO JIYANA AZAD BIKEVIN ÇEPERAN

Rûken Rojhilat vê bangê li jinan dike: "Ez ji nava cihekî ku zextên civakî lê hene, têm. Dema ku ji nava YPJ'ê li cihê jinan ên li nava civakê dinerim, hêrs dibim. Dixwazim hê bêhtir bixebitim û jinan azad bikim. Di nava civakê de îradeya jinê nîne. Ji bo jiyana azad bila jin şer bikin."