Dokûmantera li ser jiyana Yilmaz Guney li Berlînale hate nîşandan

Dokûmantera "The Lagendery of a Ugly King" a li ser jiyana Yilmaz Guney, di Berlînale ya 68'emîn de hate nîşandan. Dokûmanter wê payîzê li Ewropa û Tirkiyeyê bikeve vîzyonê.

Dokûmantera "The Lagendery of a Ugly King" (Efsaneya Qralê Nexweşik) a li ser jiyana derhênerê Kurd ê efsanewî Yilmaz Guney, di çarçoveya 68. Festîvala Fîlman a Berlînê ya Navneteweyî (Berlînale) de di beşa Marketa Fîlman a Ewropayê hate nîşandan. Dokûmantera ku derhênerê wê Huseyîn Tabak û fîlmçêkerê wê Mehmet Aktaş e, gelekî bal kişand.

Di dokûmanterê de serdemên jiyana Guney ku li Edeneyê dest pê dike û li Konya, Stenbol, girtîgeh û Parîsê didome, hatin vegotin û bi 200 kesî re hevpeyvîn hate kirin. Fîlmê ku di nava 7 salan de hate amadekirin ji 100 deqeyî pêk tê. Di dokûmanterê de li ser Tirkiyeya serdema Yilmaz Guney agahî tê dayin û bal tê kişandin ser nasnameya kurd û sînemaya polîtîk a Yilmaz Guney. Di dokûmanterê de ji derhênerên navdar ên cîhanê Mîchael Haneke û Costa Gavras her wiha gelek sînevanên din nêrînên xwe li ser Guney tînin ziman.

DOKÛMANTERÊ GELEKÎ BAL KIŞAND

Dokûmantera "The Lagendery of a Ugly King" ku par di Festîvala Fîlman a Toronto ya Navneteweyî de hate nîşandan, li Elmanyayê di Festîvala Fîlman a Hofer de xelata "Dokûmantera herî baş" stand.

Dokûmanter duh êvarê di çarçoveya Berlînale ya 68'emîn de li beşa Marketa Fîlman a Ewropayê hate nîşandan. Fîlm li Berlîn Fîlm Haûsê hate nîşandan û tevî derhêner Huseyîn Tabak û fîlmçêker Mehmet Aktaş gelek kesan lê temaşe kirin.

Fîlm wê payîzê li sînemayên li Elmanya, Tirkiye û Fransayê jî bê nîşandan.