Dewleta Tirk bajarê dîrokî yê Wanê diherifîne

Dewleta Tirk, ku li bajarên Kurdan karê asîmîlasyona çandî û dîrokî zêde kiriye, bajarê dîrokî yê Wanê yê li quntara Keleha Wanê diherifîne.

Bajarê kevn ê Wanê, ku ji aliyê Ûrartûyan hatiye avakirin, nayê restorekirin. Li gel vê yekê ji aliyê dewletê û kesên li xezîneyê digerin ve tê talankirin. Dîroknas, nivîskar Îhsan Colemêrgî dibêje, Ûrartû dewama pêşiyên Kurdan Hûrriyan e û destnîşan dike, ku bi ronîkirina bajarê kevn ê Wanê re wê dîroka qedîm a Kurdan jî eşkere bibe. Colemêrgî dibêje, "Dewleta ku ji dîrok û çanda Kurdan ditirse, destûrê nade karên bi vî rengî. Dema ku dîroka Ûrartûyan eşkere bû, wê dîroka Kurdan jî ronî bibe."

Karên çêkirin bendav û santralên hîdroelektrîk (HES) ên ji bo tinekirina çand û dîroka Kurdan û gelên li herêmê, bê navber dewam dikin. Li Êlihê, bi bahaneya Bendava Ilısûyê, wê di demeke nêz de Heskîfa kevnar di nava avê de bimîne. Bi HES a li Geliyê Mûnzûrê re geliyê Mûnzûrê ku bi dewlemendiya xwe ya xwezayî û çandî, bi gelek cureyên giha û sewalan balê dikişîne, wê tine bibe. Ji bo tinekirina dîrok, çand û berhemên dîrokî yên li bajarên Kurdan, ji her alî ve asîmîlasyon tê kirin.

BAJARÊ KEVN Ê WANÊ BI SALAN E TÊ TALANKIRIN

Yek ji vî karê asîmîlasyonê li Wanê dest pê kir. Bajarê dîrokî yê Wanê yê 3 hezar salî tê herifandin. Bajarê Wanê yê kevn, ku li quntara Keleha Wanê ye, tevî ku di nava herêma divê were parastin de ye, ji aliyê hin kesan ve bi salan e tê talankirin. Çar aliyên vî bajarê kevnare, bi bahaneya 'derxistina berhemên dîrokî û zêr' hatine kolandin. Piraniya li ser û binê axê hatine dizîn û bajar hatiye herifandin. Bi taybetî berhemên di dema Ûrartû û Ermeniyan de hatine çêkirin, li pêş çavên rayedaran hatine talankirin. Tenê mizgeftên ji dema Osmanî û Selçûkiyan man e tên restorekirin.

BAJAR BÛYE CIHÊ TALANÊ YÊ KESÊN LI XEZÎNEYÊ DIGERIN

Di nava bajarê kevn ê Wanê de bi dehan dêr, kûle xan, hemam, kerwansaray û bi hezaran berhem hene. Piraniya van berheman di binê axê de man e. Bermahiyên gelek dêr û berheman jî hê hene. Tevî ku ev cih di nava qada SÎT'ê de ye, rayedaran heta niha ti kar ji bo wê nekirine. Her wiha talankirina vî bajarê kevnare jî ji nedîtî ve hatine. Tê gotin, bi hezaran berhemên di bin navê 'restorekirinê' de hatine derxistin, bêyî ku bên qeydkirin hatine revandin. Bi salan e, bajarê kevn ê wanê bûye cihê talanê yê kesên li xezîneyê digerin.

TENÊ BERHEMÊN JI SERDEMA SELÇÛK Û OSMANIYAN MAN E TÊN RESTOREKIRIN

Mizgeftên Husrev Paşa û Horhor, ku tê gotin du ji 8 mizgeftên di dema serdemên Selçûk û Osmaniyan de hatine çêkirin, hatin restorekirin. Restorasyona Mizgefta Kaya û mizgeftên din jî dewam dike. Li bajarê kevn ê Wanê, ku bajarê hevpar ê gelan e û xwedî gelek berhemên çandî ye, tenê berhemên ji serdemên Selçûk û Osmaniyan tên restorekirin. Ev yek rê li ber nerazîbûnan vedike. Dîroknas, nivîskar Îhsan Colemêrgî destnîşan kir, berhemên li bajarê kevn ê Wanê ne, ji ber ku ji serdema Şaristaniya Ûrartûyan man e, ji aliyê dewletê ve bi zanebûn nayên ronîkirin.

'ÛRARTÛ TÊ WATEYA KURDAN'

Colemêrgî diyar kir, ji dîrokê û vir ve herêm di bin serweriya Kurdan de ye û anî ziman, berhemên li bajarê kevn ê Wanê ne, bi giranî berhemên Ûrartû û Ermeniyan e. Colemêrgî ragihand, Ûrartû dewama pêşiyên Kurdan Hûrriyan e û da zanîn, ronîbûna bajarê kevn ê Wanê wê dîroka qedîm a Kurdan jî ronî bike. Colemêrgî destnîşan kir, dewlet ji ber vê tirs û guman e, restorasyonê nake. Colemêrgî got, dewleta ku ji dîrok û çanda Kurdan ditirse, rê nade vî karî û wiha dewam kir: "Ûrartû tê wateya KUrdan. Navê Qralê Ûrartû Sardûrî, Serdar e. Qralekî din jî Argeştî yanî Argeş e. Em ji vê derê digihêjin vê encamê; Armanca bingehîn, nixumandina dîroka Kurdan e. Li ser şûrê qralekî din ê Ûrartûyan Rûssa, 'şûrî Şêra' hatiye nivîsandin. Ji ber ku dewlet gelekî baş bi vê dizane, nahêle dîrok û çanda Kurdan derkeve holê û ji bo asîmîle bike, bi demê re berdaye."

'DEWLET DIXWAZE BI DEMÊ RE KURDAN ASÎMÎLE BIKE'

Colemêrgî diyar kir, dewlet dixwaze Kurdan bi demê re asîmîle bike û got, "Dewlet hewl dide dîrok û çanda Kurdan di binê axê de bihêle. Neteweyeke serdest, ji bo çand û berhemên civakeke dîl girtiye tine bike, hewl dide. Civaka mezlûm jî divê têkoşîna xwe ya li dijî vê neteweya serdest, mezin bike."