Cotkarên Sinê dest bi palehiyê, rejîmê jî dest bi kedxwarinê kir!

Li Sinê, cotkaran dest bi çinîna çîlekan kirin. Hêzên rejîmê jî ji bo keda gel bixwin zend û bend ba dan.

80 ji sedî çîlekên welêt li Sinê tên çandin. Ji ber ku rejîm kedxwariyê dike, ya ku bi para Kurdan dikeve, zor û zehmetiya vî karî ye.

Li Rojhilatê Kurdistanê, ku hemû dewlemendiya xwe ji aliyê rejîma Îranê ve tê talankirin, bi destpêkirina dema palehiyê re rejîmê çav berdaye keda gel. Li eyaleta Sinê, ku di serî de çîlek gelek cureyên fêkî lê tên çandin, cotkaran dest bi palehiyê kirin. Rejîmê jî ji bo dest deyne ser vê keda gel, zend û bend ba da. Midûrê Çandiniyê yê Sinê Erdeşîr Purhebîbî bi daxuyaniyekê got, "Em li bendê ne ku îsal 45 hezar ton çîlek li eyaleta Sinê biçinin."

Li gorî vê hejmara fermî ya ji aliyê dewletê ve hate eşkerekirin, kedxwariya li Rojhilatê Kurdistanê ji nû ve kete rojevê. Li Sinê ku 80 ji sedî çîlekên li gelemperiya Îranê lê tên çandin, 45 hezar ton çîleka ku dewletê eşkere kir, dibe 80 ji sedî yê temamiya hilberînê. Wekî din, li gorî buhayê ku dewletê diyar kiriye, nirxê giştî yê 45 ton çîlekan, 55 mîlyon dolar e. Yanî bi pereyê Îranê 200 hezar mîlyar tumen e.

BÊKARÎ HERÎ ZÊDE LI VÊ EYALETÊ YE

Sinê eyaleta herî xizan a Îranê ye, lewma ji vê rewşa wê jî tê fêhmkirin bê çiqas ji vî pereyî lê vedigere. Rêjeya bêkariyê ya li eyaleta Sinê 45 ji sedî ye. Tevî ku ev eyalet xwedî erdekî berfireh ê berhemdar e, rêjeyeke ewçend bilind a bêkariyê ancax bi rant, têkiliyên bazirganiyê yên mafyatî û desteserkirina keda gel ji aliyê dewletê ve bê îzahkirin.

ŞEBEKEYÊN REJÎMÊ DEST DATÎNIN SER KEDA HILBERÎNERAN

Di serî de li eyaleta Sinê, li navçeyên Kamyaran, Solava û Merîwanê, li qadeke gelekî berfireh çîlek tê çandin. Ax, av û hewa Sinê xweş li çandina çîlekan tê. Lê belê ji ber polîtîkaya talankariyê ya rejîmê, keda hilberîneran tê desteserkirin. Navbeynkar, taşeronên mafya û şebeyên bazirganan ên ser bi rejîmê ve, her sal dest datînin ser bi mîlyonan dolarê hilberîneran.

DESTÛR JI FEBRÎQEYÊ RE NÎNE

Li eyaleta ku 80 ji sedî yê çîlekên li welêt lê tên çandin, rejîm destûrê nade ku febrîqeyek jî bê avakirin. Ji ber vê yekê jî cotkar neçar dimînin berhemên xwe bibin eyaletên din ên li Îranê û li wê derê bi kar bînin. Di vir de jî navbeynkar, çeteyên bazirgan û şebeyên rejîmê dikevin dewrê. Ev yek jî dibe sedem ku berhemên cotkaran bi erzanî ji wan were kirîn.

BI NÎV BIHAYÎ TÊ FIROTIN

Mîna li Sinê di çîlekan de tê dîtin, li Rojhilatê Kurdistanê li hemû qadên aboriyê heman polîtîka tê meşandin. Mînak; bihayê kîloyek fêkiyê li Sinê tê çandin, li gorî kîloyek heman fêkiyê li bakurê Îranê tê çandin, bi nîv bihayî ye. Halbûkî kalîteya fêkî û zebzeyên li Sinê tên çandin, li gorî yên cihên din ên Îranê gelekî baştir e, ku ev yek hatiye tespîtkirin.

Her sal 1 mîlyon 110 hezar hektar erd li eyaleta Sinê tê çandin. Nayê zanîn ku palehiya wê çiqas e. Rewşa li eyaletên Ûrmiye, Kirmanşan, Lorîstan, Îlam û Lorîstanê jî ji ya eyaleta Sinê ne cuda ye. Li eyaleta Sinê her sal bi qasî 300 hezar ton fêkî tê hilberîn. Nayê zanîn bê ev yek çiqasî bandorê li sifra Kurdê ji Sineyê dike.