Colemêrgiyan guh nedan qedexeyê û berê xwe dan zozanan

Colemêrgiyan guh nedan qedexe û astengiyan û ji bo sewalên xwe birin zozanan.

Bi ragihandina Rewşa Awarte re dewleta Tirk rêveberiya tund û dijwar û şerê giran ji xwe re kire hincet û bi navê "herêma ewlekariyê ya taybet" bi sedan zozan û qadên bejahî li mirovan qedexe kir. Bi vê yekê re di serî de li Colemêrgê li hemû bajarên Kurdan destûr ji gundiyan re nayê dayin ku biçin zozanan. Çavkaniya debarê ya gelê herêmê sewalkarî ye. Bi rêya vê qedexeyê hewl tê dayin ku ev çavkanî jî ji holê were rakirin.

Her meh li Colemêrg û navçeyên bi navê "herêma ewlekariyê ya taybet" bi dehan herêm têne qedexekirin. Bi hatina biharê re dem dema çûyina zozanan e. Tevî vê yekê jî Walîtiya Tirk a li Colemêrgê 30 herêmên li navçeyên Çelê, Şemzînan û Geverê yên Colemêrgê weke "herêma ewlekariyê ya taybet" ragihand. Colemêrg bajarek e ku li ser sînor e, lê belê deriyên sînor li bazirganiyê hatine girtin û destûr nayê dayin ku Colemêrgî bazirganiyê bikin. Bi vê ambargoya aboriyê ya li Colemêrgê re dixwazin welatiyan li gund û bajaran asê bihêlin û bikin ku piştre ji van deran koç bikin.

Colemêrgî tevî her tiştî jî bi hêza xwe, bi aboriya xwe li ber xwe didin û bêyî hewcedarî dewletê bibin jiyana xwe didomînin. Bi hatina biharê re bereketa li çiya, deşt û zozanên Colemêrgê zêde bû. Welatiyên Colemêrgê berê pezên xwe didin zozanan. Mîna ku bi hezaran sal in dikin, gundî destpêkê berê xwe didin Berçelan û zozanên din. Gundî wê 4 an jî 5 mehan li vir bimînin. Di nava vê demê de wê penêr, mast, qeymax û rûn çêbikin. Beşek ji van berheman wê havînê bê firotin, yên mayî jî ji bo zivistanê bê hilanîn. Tevî vê yekê wê jin jî giha û pincar hem ji bo xwarinê hem jî ji bo dermên bidin hev.

'EM Ê GUH NEDIN QEDEXEYÊ'

Gundiyên ji ANF'ê re axivîn diyar kirin ku ji bilî çûyina zozanan çareyeke wan a din nîne. Gundiyan gotin, "Gotin ku wê biharê qedexeya çûyina zozanan rabe, lê mîna her tiştên wan ev gotin jî bû derew. Ji xwe em tiştekî ji wan hêvî nakin, ji niha û pê ve jî em ê hêvî nekin. Em ê guh nedin qedexeyê. Bihar li vir tê wateya bereketê. Ev bereket jî li deşt û zozanan e. Ji ber vê yekê me berê pezê xwe da zozan û çêrgehan. Em ê 4-5 mehan li vir bimînin û ji xwe re berheman biafirînin. Beşek jê em ê bifiroşin, beşekê jî ji bo xwe hilînin. Zozan ji bo me şêweyekî jiyanê ye û çavkaniya debara me ye. Bi hezaran salan ev rewş wiha ye. Ji niha û pê ve jî wê bi vî rengî bidome. Ev der cih û warê me ye. Em ji cihekî din nehatine ku em vê derê biterikînin."