Ciwanên Ewropî ji bo avhewayê li qadan e

Çalakiyên ciwanên Ewropî yên ji bo parastina avhewayê zêde dibin. Piştî Belçîka û Swîsreyê, li Hollandayê jî bi hezaran ciwan ji bo avhewayê meşiyan.

Bi hezaran xwendekaran roja Pêncşemê ders boykot kirin û li bajarê Den Haag ê Hollandayê daketin qadan. Ciwanan dowîzên bi nivîsa "Em gerstêrka xwe mezintir bikin", "Bi hev şa bibin, karbon dîoksîtê nekin" hildan û bang li siyasetmedaran kirin ku bikevin nava liv û tevgerê.

15 HEZAR CIWAN LI DEN HAAGÊ MEŞIYAN

Hin dibistanan destûr dan ku xwedekar tevlî çalakiyê bibin, li gelek dibistanan jî xwedekar tevlî dersan nebûn û meşiyan.

Ji ber ku meşa destpêkê serketî bû, organîzatoran bang li ciwanan kirin ku hefteya bê roja Pêncşemê careke din dakevin kolanan. Li gorî organîzatoran 15 hezar kes tevlî meşa roja Pêncşemê bûn.

Li Hollandayê piştî têkoşîna hiqûqî ya rêxistinên civaka sivîl, dadgeriyê meha Cotmehê ferman dabû hikumetê ku emîsyona gaza serayê heta sala 2020'î herî kêm bi rêjeya 25 ji sedî kêm bike. Hikumetê nerazîbûn nîşanî biryarê da.