Cîhan dûrî armancên xwe yên li ser avhewayê ne

Li gorî raporekê ku beriya konferansa COP24 a li Polonyayê, eger sozên li ser kêmkirina belavkirina gaza serayê bi sê qatan neyên zêdekirin, wê zehmet be ku armancên li ser avhewayê bi cih werin anîn.

Rapor ji aliyê Bernameya Hawirdorê ya Neteweyên Yekbûyî (PNUE) ve hate weşandin. 

Li gorî raporê, armancên ku di Peymana Parîsê ya sala 2015'an de hatin destnîşankirin, gelekî dûr dikevin. 

Di raporê de hate bibîrxistin ku divê heta dawiya sedsalê germbûna global herî zêde di 2 pileyan de bê hiştin û hate gotin, ji bo ev armanc bi cih were divê heta sala 2030'î herî kêm bi 3 qadan sozên hatine dayin bên zêdekirin.

Di raporê de her wiha hate ragihandin, ji bo armancên di Peymana Avhewayê de hatine diyarkirin bi cih werin anîn, divê welatên endamê Neteweyên Yekbûyî, sozên xwe yên ji bo kêmkirina belavbûna gaza serayê bi 5 qatî kêm bikin.

Di raporê de hate tespîtkirin ku belavbûna gaza serayê sala 2017'an zêde bûye û hate gotin, dibe ku ev zêdebûn heta dawiya vê salê bidome. Di raporê de hate destnîşankriin ku di zêdebûna belavkirina gazê de para enerjiya fosîl zêde ye.