Cenazeyên 7 karkerên înşaetê gihîştin Wanê

Di nava 11 mehên dawî de 7 karkerên ji Wanê, li înşaetên li bajarên Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dan.

Ciwanên Kurd ên karker, ku neçar dimînin li înşaetên ne ewle û bê kontrol bixebitin, dibin qurbanê cînayetên kar. Di nava 11 mehên dawî de 7 karkerên ji Wanê yên li bajarên cuda yên Tirkiyeyê dixebitîn ji înşaetan ketin xwarê û jiyana xwe ji dest dan.

Zêdebûna bêkarî û xizaniya li Wanê û bajarên din ên Kurdistanê, dibe sedem ku ciwanên Kurd berê xwe bidin bajarên Tirkan û ji neçarî bi erzanî bixebitin. Li sektora înşaetê ku ewlekariya kar û tenduristiya karkeran nîne, cînayet jî bê ceza tên hiştin.

Tenê îsal, cenazeyên 7 karkerên înşaetê anîn Wanê:

* 5'ê Îlona 2017: Cîhan Bûlût (23) ê ji Guzelsû ya Wanê, ku li Stenbol/Sancaktepeyê dixebitî, ji qatê 11'an ê înşaeta lê dixebitî ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.

* 18'ê Cotmeha 2017: Tûgay Yûrdal ku li înşaeteke li taxa Korfez/Taxa Yavûz Sûltan Selîm weke hostayê mermer dixebitî, ji qatê 3'an ket û jiyana xwe ji dest da.

* 19'ê Tebaxa 2017: Karkerê înşaetê Îbrahîm Denîz ê 28 salî ku ji bo kar bike ji Erdîşê çû Stenbolê, ji înşaeta lê dixebitî ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.

* 22'ê Mijdara 2017: Bavê 4 zarokan Ercan Topûz ê ji taxa Salahane ya navçeya Ebex a Wanê, ku li avahiyeke ji 5 qatan a Enqere/Keçîorenê dixebitî, ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.

* 25'ê Tebaxa 2017: Ciwanê Kurd Caner Ege (19) ê ji Wanê, li înşaeteke li Bûrsayê ku lê dixebitî, ji ber teqîna makîneya sewaxê jiyana xwe ji dest da.

* 14'ê Çileya 2017: Karkerê ji Wanê Farûk Çakan ji înşaeta lê dixebitî ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.

* 2'ê Sibata 2017: Xwendekarê pola 4. a Fakulteya Tipê Remzî Ersû yê 22 salî yê ji Wanê, li Stenbolê di bin bloka beton de ma ku ji ber qutbûna werîsê vînçê ev blok ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.

CÎNAYET BÊ CEZA DIMÎNIN

Hiqûqnas Bayram Kaval cînayetên kar ji ANF'ê re nirxand û got, "Eger karsaz tedbîrên pêwîst nagire û mirovên xwedî wê wesfê naxebitîne, hingî berpirsyariya xwe heye û divê bê cezakirin. Lê belê ev ceza tenê 2 sal cezayê girtîgehê ye û di ser re tê taloqkirin."