Bedlîs ji Newrozê re amadeye

Her sal bi beşdariya hezaran kesî ve Newroz tê pîrozkirin. Li Betlîsê jî xebetên Newrozê didome. Pirozbahiya Newroza Bedlîsê jî di 21’ê Adarê 2017’an de roja Sêşemê ye.

Di derbarê pîrozbahiyê de di navenda HDP ya bajarê Bedlîsê, Berdevkê Komîteya Amedekar Hamza Ozkan daxuyaniyek da û ragihand ku hemû prosedurê qanûnî temam bûne. Ozkan ragihand ji bo pîrozbahiyê amedekarî hatiye kirin, Newroza îsal wê di 21’ê Adarê 2017’an roja Sêşemê saet 13:00’an de li Qada Gok were pîrozkirin, em hemû gelê Bedlîsê vedixwînîn Newrozê.

Her wiha Ozkan diyarkir ku di pîrozbahiya Bedlîsê de, wê parlementerê HDP’ê Mizgîn Irgat, M.Celadat Gaydali û hunermend Ayfer Duzdaş û Weysî Nergîz beşdar bibin.