Amadekariyên ji bo Forûma Avê ya Mezopotamyayê dest pê kirin

Forûma Avê ya Mezopotamyayê ku ji bo çareseriya krîza avê ya li Rojhilata Navîn projeyeke alternatîf e, wê sala bê meha Adarê li Silêmaniyeyê pêk were.

Endamê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Ercan Ayboga ragihand, yekemîn Forûma Avê ya Mezopotamyayê wê di navbera 29-31'ê Adarê de li bajarê Silêmaniyeyê yê Başûrê Kurdistanê pêk were.

Ayboga got, "Ji bo em avê di nava xwezayê de bi ahengî bi kar bînin û xizmetê ji aştiyê re bikin, em vî karî dikin. Ev kar ji aliyê tifaqeke berfireh a civaka sivîl ve tê kirin."

Forûma Avê ya Mezopotamyayê di mijara avê de xwe weke forûmeke alternatîf a civaka sivîl bi nav dike.

Forûm dixwaze bibe dengê kesên ku li ser mijara avê ya herêma Mezopotamyayê hatine bêdengkirin.

Hemû aktorên civaka sivîl ên li herêma Mezopotamyayê ku di nava sînorên dewletên Iraq, Îran, Tirkiye û Sûriyeyê de ye, wê beşdarî forûmê bibin.

Forûma Avê ya Mezopotamyayê ku xwe dispêre modela forûma civakî, weke beşek ji pêvajoya forûma civakî ya cîhanê derkete holê. Biryara avakirina forûmê jî di civîna hevpar a "Kampanya rizgarkirina Dîcleyê" de Nîsana 2017'an li Silêmaniyeyê hate dayin.

Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ji bo forûmê bang kir û bal kişand ser sê xalên sereke ku işaretê bi metirsiya li ser ava Mezopotamyayê dikin:

- Li ser asta herêmî, pêvajoyên demokratîk ên biryardanê û rêveberiya parvekirina avê nîne. Ji ber vê yekê, her wiha ji ber xwemalîkirina avê, pêşî li mafê avê tê girtin.

- Li ser çemên Dîcle û Firatê bendavên mezin û tesîsên din ên avê tên çêkirin. Mafên mirovan û standartên navneteweyî ji nedîtî ve tên û gef li mîrateya xwezayî û çandî ya li herêma Dîcle-Firatê tê xwarin. Av ji bo şerê herêmî weke çekekê, ji bo hegemonyaya siyasî jî weke amûrekê tê bikaranîn. Ev yek rewşê hîn nebaş dike.

- Gemarîkirina avê, bikaranîna avê bi awayekî neçê û guhertina avhewayê xisarê li eko-sîstemê dikin.

Ji bo têkoşîna li dijî vê metirsiyê işaret bi van armancan hate kirin:

- Av û çavkaniyên avê bi rengekî wekhev, berhemdar û bi biryarên piralî werin bikaranîn û parvekirin.

- Av û çem bibe amûreke aştiyê di navbera hemû gel û civakên li Mezopotamyayê de.

- Ji bo çem û eko-sîstem, cureyên biyolojîk û mîrateya me ya çand û xwezayî bên parastin, destek ji vê yekê re were dayin.