'Ên ku xwe li xaka xwe digirin'

Pirtûka nivîskar û muzîsyen Hasan Saglam 'Topragina Tutunanlar -Ên ku xwe li xaka xwe digirin' Îlona bihurî giha ber destê xwendekaran.

Piştî pirtûka pêşî ya nivîskar û muzîsyen Hasan Saglam 'Yasak Mıntıkanını Çocukları' ku 2015'an ji Weşanên Totemê derketî berdewama wê 'Toprağına Tutunanlar' Îlona bihurî gihaşte ber destê xwendekaran.

Pirtûk bi çîrokên wan mirovan tê vegotin ku piştî qirkirina Dersimê yên ku sax mane, li wagonan siwar kirin, berê wan dane diyarên nediyar ê sirgûnê û piştî bi salan dema ku vegeriyan ser axa xwe, çawa hewl dan ku li ser koka xwe dîsa şîn werin. 

Nivîskar tertele, sirgûn û vegerê bi çîrokên mirovan berbiçav dike û tîne pêşberî mirov. Honak û zimanê pirtûkê bêyî ku xwendekêr aciz bikin, bi zimanekî herikbar ronkahiyê dide dema piştî qirkirinê.

Ji bo Dersimiyan sirgûn, şer, mirin, hejarî, otorîteya dewletê çawa li hişmendiyê hatibe kolan, êşa kûr a 'şopa postalan' wiha hatiye kolan. 

Di pirtûkê de tirsa ku her kes pê dizane lê kes newêre li ser biaxive, ew tirsa ku were vegotin, 'qedera wan a xirab wê bi serê zarokan wan were', bi çîroken mirovan têne zindîkirin.

Karektera bi navê Sultan a kerr û lal, keça Xecê, xwendekar dipêça. Karektera wêrek Ela Lûkê ya bi çavekî hêviyê dide; hêla mîzahî ya Dilaga jî bi bênderkirina êşê, beşîşîneke germ li qiraxên lêvan dihêle.