Yuksekdag li Edeneyê bi karsazan re hat gel hev
Yuksekdag got ku AKP û Serokkomar Tayyîp Erdogan hê îmzeya wan a di bin mutabaqata Dolmabahçeyê de ziwa nebûye bi polîtîkayên xwe yên şer ji bo 400 wekîlî 500 mirov kirin qurbanî.

Ji hilbijartinan re ku kêm roj mane Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgan Yuksekdag li Edeneyê hin rêze hevdîtin pêk anî, di çarçoveya xebatên xwe de bi karsazan re hat gel hev. Di civîna ku li Şîrîn Park Otel pêk hat, gelek kes beşdar bûn. Parlamenterên Edeneyê yên HDP’ê Ridvan Tûran û Meral Daniş Beştaş jî li gel Yuksekdag cih girtin. Yuksekdag a bi coş hat pêşwaîkirin piştî axaftina vekirinê dest bi axaftina xwe kir.
Yuksekdag bi gotinên, tevahî gelê Tirkiyeyê pêvajoyek bi êş dijî ve dest bi axaftina xwe kir û got: “Me xwe di nav atmosferek şerekî cîdî de dît. Hê hefteyek berê, komkujiyek herî mezin a dîroka Tirkiyeyê li ser me pêk anîn. Lê tevî van jî me dest ji pêşeroja ronî û bi hêvî bernedaye, em hewl didin ku têkoşîna xwe ya aştiyê bidomînin.”
Piştre Yuksekdag bal kişand ser hilbijartinan û destnîşan kir ku 7’ê Hezîranê gelan tercîhê xwe kirin, lê AKP’e û Serokkomar Tayîp Erdogan li hemberî tercîha gel rêz negirtin. Yuksekdag wiha axivî: “Tercîhên gelê me ji aliyê desthilatiya siyasî nehate pejirandin, gelê me xistin nav şerekî dijwar. Ji ber ku parlamenter bi dest nexistin, di oxira wê de gelên Tirkiyeyê xistin nav şerekî. Ev ji bo gelên Tirkiyeyê tehdîteke mezin e.”
Yuksekdag diyar kir ku AKP’e û Serokkomar ji gelan tolê hiltîne, bibîr xist ku di pêvajoya şer de 22 zarok qetil kirin û wiha berdewam kir: “Di vê pêvajoyê de li çiya, deştan, polîs, leşker, gerîla hejmarek mezin mirovên me, ciwanên me jiyana xwe ji dest dan. Kesên ku jiyana xwe ji dest dane hejmara wan gihişt 500’î. Ti dibêjî qey tiştek tineye, wek ti tişt neqewimiye tevdigerin û dixwazin em jî wek wan bikin. Desthilatiyek siyasî ya ku ji bo gel wekîl nedayê, hewl dide tolê jê bigire heye. Ji ber ku di nav lîstikek wisa de gelê me dilîskînin, wê ti carî tiştên dixwazin bi dest nexin.”