Yuksekdag: Ev gel wê di 1’ê Mijdarê de dewra AKP’ê bi dawî bike
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag diyar kir ku ev gelê ku dewra “Torosên spî” girtiye, wê di 1’ê Mijdarê de dewra AKP’ê jî bi dawî bike.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag diyar kir ku ev gelê ku dewra “Torosên spî” girtiye, wê di 1’ê Mijdarê de dewra AKP’ê jî bi dawî bike.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag diyar kir ku ev gelê ku dewra “Torosên spî” girtiye, wê di 1’ê Mijdarê de dewra AKP’ê jî bi dawî bike. Yuksekdag li Mala Taziye ya Cevat Paşa ya li Wanê bi gel re hat cem hev û wiha axivî: “Em vê serketinê deyndarê Rêberê Aştiyê Ocalan, kesên di Komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane, Cizîrê, Silopiya, jiyan û pêşerojê ne.”
Namzetên HDP’ê yên Wanê bi performansa hedefa 8 ji 8’an, xebatên xwe yên hilbijartinan didomînin. Heyeta ku di nav de Dayikên Aştiyê, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, namzet Lezgîn Botan, rêveberên HDP û DBP’ê, hevşaredarên DBP’ê û Alîkara Seroka Giştî ya ESP’ê Fethiye Ok hebû, bi gel re li Mala Taziye ya Cevdat Paşa hatin cem hev. Li cihê civînê gel ewlehiya xwe pêk anî, tevlîbûna jinan zêde bû. Ji ber eleqeya gel, bername dereng destpê kir, Yuksekdag bi gotina, “Merheba ji we re” dest bi axaftina xwe kir. Yuksekdag wiha axivî: “Hilbijartinên 1’ê Mijdarê têkoşîna li hember dîktatoran e, têkoşîna li hember pergala zilamê serwer e. Ew, ji bo tola hilbijartinên 7’ê Hezîranê hilînin, ev sindoq danîn pêşiya me, lê em ê wan poşman bikin. Wisa difikirîn ku bi tirsandina gel wê di sindoqan de serketî bin.”
Yuksekdag got, “Vî gelî çawa dewra torosên spî bi dawî kir, di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de wê dewra AKP’ê jî bi dawî bike” û bang li her kesî kir ku bi seferbertiyê biçin dengê xwe bikar bînin: “Em vê serketinê deyndarê Rêberê Aştiyê Ocalan, kesên di Komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane, Cizîrê, Silopiya, jiyan û pêşerojê ne.”
Piştî axaftina Yuksekdag, civîn bi tilîliyan û dirûşma, “Bijî Serok Apo” ve bi dawî bû.