Yuksekdag: AKP riziya; em ê bi ser bikevin!

Yuksekdag, li navçeya Skenderûnê bi gel re hat cem hev. Yuksekdag di kombûnê de peyama: “Dema gelan destpê kiriye” da. Yuksekdag diyar kir ku wê di 1’ê Mijdarê de careke din serketinê bi dest bixin û ji gel piştgirî xwest.

Yuksekdag, li navçeya Skenderûnê bi gel re hat cem hev. Yuksekdag di kombûnê de peyama: “Dema gelan destpê kiriye” da. Yuksekdag diyar kir ku wê di 1’ê Mijdarê de careke din serketinê bi dest bixin û ji gel piştgirî xwest.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, li navçeya Skenderûn a Hatayê bi gel re hat cem hev. Di kombûna li Salona Dawetê ya Skenderûn Grand Plaza de, namzetên HDP’ê yên Hatayê, pêkhateyên HDK’ê, rêveberên bajêr û navçeyan ên HDP’ê û bi sedan kes tevlî bûn. Kombûna bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, bi nasandina namzetên HDP’ê dewam kir. Di kombûnê têkildarî komkujiyên Enqere û Pirsûsê sînevîzyon hat nîşandan.

'GEL RABÛ SER PIYAN!'

Yuksekdag axaftina xwe wiha domand:

“Ji bo avakirina Komara Demokratîk em gihiştin hêzek gelekî mezin. Êdî pêvajoya wan bi dawî bû. Pêvajoya gelan destpê kir. Dema pêvajoyek bi dawî dibe, yên kevn ji bo neçin dest bi şer dikin, ên ji demokrasiyê fêm nakin, her tim serî li vê rêyê didin. Ji bo koltixên xwe winda nekin, çi ji destên wan tê dikin; êdî pir dereng e û hûn ê biqulibin.

Em ê vê têkoşînê bi ser bixin. Vî gelî çawa planên we di 7’ê Hezîranê de xera kir, bi vî şiklî wê tank, top û bombeyên we jî bidin destê we. Siberoj ên me ne û em ê bi xwe pêşeroja xwe ava bikin.”

BANG LI GELÊ SKENDERÛNÊ KIR

Yuksekdag bang li gelê Skenderûnê jî kir, xwest di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de pêşeroja xwe hilbijêrin.

'HER DERÊ AKP’Ê RIZIYAYE!'

Yuksekdag destnîşan kir ku ti tiştekî AKP’ê nemaye bide gelan û wiha axivî: “Her derên wan riziyaye û ti kes nemaye ku bi wan bawer bike. Ti tiştekî bidin gelan nameya, dema ti tiştên wan jî nema hewl didin ku bi tehdîtan dengan kom bikin. Di 1’ê Mijdarê de em ê ji Serokwezîrekî nizane biaxive rizgar bibin.”