YRK: Li Asosê di êrîşa hewayî de hevalekî me şehîd bû

YRK'ê ragihand ku di êrişa dewleta Tirk a 4'ê Hezîranê de li herêma Asosê hevalekî wan şehîd bûye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) li ser êrişa hewayî ya 3 û 4'ê Hezîranê ya li herêma Asosê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di 3-4'ê Hezîranê de li herêma Asosê tevgera balafirên bêmirov çêbû û hate gotin, "Di 4'ê Hezîranê de li bejahiya gundê Gelale saet derdora 20:00 dema hevalên wan diçûn ser erkê xwe, êrîş hate kirin. Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov a bombebarkirî êrîş kir."

Hate ragihandin ku di encama vê êrîşê de hevalekî wan şehîd bûye û wê nasnameya şehîd di rojên bê de bi gelê xwe û raya giştî re parve bikin.