Yeşîldûman ê ji înşaetê ket jiyana xwe ji dest da
Karkerê înşaetê Muhammet Yeşîldûman ji ser avahiya li Konakê dihat çêkirin ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.

Li Konaka Îzmîrê karkerê înşaetê Muhammet Yeşîldûman (40) ji ser avahiya ku lê dixebitî ket xwarê. Hat ragihandin ku Yeşîldûman şevê din ji qata 31'emîn ji valahiya asansorê ket qata 27'an. Yeşîlduman bi giranî birîndar bû. Yeşîldûman bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Egeyê û tevî hemû hewldanên rizgarinê jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Yeşîldûman ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî ya Îzmîrê. Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.