Yekemîn Mîhrîcana Filman a Kurd a Stockholmê bi dawî bû

Yekemîn Mîhrîcana Filman a Kurd a Stockholmê bi dawî bû

Yekemîn Mîhrîcana Filman a Kurd ya li Stockholmê  ev 4 roje pêk dihat  bi filmên ‘Jinên dengbêj’ û ‘Ruhên bê beden’ bi dawî bû.

Derhênerê belgefîma bi navê ‘Bedenên Bê ruh’ Sabîte Kaya ku di 2011’an de  di Mîhrîcana Filman a Portekala Zêrîn ya Antalyayê de xelata ‘belgefilma herî baş’ girt,  şert û mercên zehmet yên kişandina film vegot û pirsên temaşevanan bersivand.

Kaya got film bi butçeyek gelek kêm kişandine û got ku wan mijareke ku wek tabu tê dîtin girtine dest. Kaya got film ji mijara xwe hatiye nîqaşkirin .

Kaya der barê filmê xwe yê ‘Bedenên bê ruh’ de pirsên me bersivandin û got: “Li Tirkiyeyê her roj 3 jin ji ber namûs û toreyê tên kuştin û  çîroka jinên di bedena xwe difiroşin di vî filmî de vegotiye.”

Kaya got ku civak divê pêşî bi durûtiya xwe re bê rû hev û got ku fuhûş û bêehlaqî di navbera du kesan de pêk tê û got: “Mêrên ku sûcên bi vî rengî dikin, divê xwişkên xwe û hevserên xwe nekujin. Ji ber ku ew jî heman tiştî dike.”

Kaya got ku li 60 cihên cuda yên Tirkiyeyê malên bazirganiya bedena jinê hatiye avakirin û got ku li ber derî jî polî hatine sekinandin û got: “Dewlet li şûna ku fuhuşê asteng bike, bi rêxistin dike. Ev jî nayê qebûlkirin.”

Şefa mîhrîcanê Yasemîn Salik diyar kir ku mîhrîcanê eleqeyeke gelek mezin dîtiye û got çapmeniya Swêdê cihekî berfireh daye mîhrîcanê.

Salik da zanîn ku derhênerê filmê ‘Bekas’ Karzan Kader, derhênerê filmê ‘Yên bê welat’ Saman Hosseînî û herî  Sabîte Kaya  raste rast bi temaşevanan re ketine dîalogê û got ev gelek girînge.

 Salik got di sala pê de dê çarçoveya mîhrîcanê berfirehtir bikin.