Xwendekarên Kurd li Gissenê rejîma Îranê protesto kirin
Xwendekarên Kurd ên li bajarê Giessen ê Elmanyayê dijîn girtiyên Kurd ên siyasî ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin bibîr anîn û rejîma Îranê protesto kirin.

Xwendekarên Kurd ên ku li Giessen û derdora wê dijîn, îro saet di 15:00 de li navenda bajêr li hev kom bûn û îdamên li Îranê li hemberî girtiyên Kurd ên siyasî pêk tên şermezar kirin. Çalakî ji aliyê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) ve hate lidarxistin.
Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YXK hatin vekirin û pankartên “Huseyin, Fewzî, Şîrîn, Têkoşer, Saman bê mirin in”, “Êdî bes e ji îdaman re”, vekirin û bi dirûşman rejîma Îranê protesto kirin. Di çalakiyê de belavoka ku ji aliyê rêxistina YXK ya Ewropayê ve bi Elmanî hatibû amadekirin hate xwendin û belavok hatin belavkirin.
Çalakiya bi qasî saetekê berdewam kir, bi dirûşman bi dawî bû.