Xwediyên 'Xelatên Şehîdên Çapemeniya Azad û Mûsa Anter' aşkera bûn
Xwediyên Xelatên Rojnamevaniya Şehîdên Çapemeniya Azad û Mûsa Anter aşkera bûn.
Xwediyên Xelatên Rojnamevaniya Şehîdên Çapemeniya Azad û Mûsa Anter aşkera bûn.
Encamên pêşbirka bi navê "Xelatên Rojnamevaniya Şehîdên Çapemeniya Azad û Mûsa Anter", ku îsal ji aliyê Civata Rojnamevanên Azad ve hat organîzekirin, aşkera bûn.
Serlêdanên di meşên nûçeya bi Kurdî, Tirkî, nûçeya bi dîmen, wêne û karîkatur de hatin kirin, ji aliyê jûrî ve hatin nirxandin û encamên wê hatin aşkerakirin.
Di daxuyaniya Civata Rojnamevanên Azad a li ser mijarê de hat gotin, "Me dixwest merasîma xelatên çapemeniya azad a îsal di 21'ê Îlonê de li Wanê pêk bînin. Lê belê ji be qewimînên li Kurdistanê, pêkanînên rewşa awarte û kiryarên desthilatdariyê yên li Cizîr, Sûr, Farqîn û tevahiya herêmê, em neçar man merasîma xwe ya xelatan taloqî 15'ê Mijdarê bikin. Em bawerin ku hempîşeyên me, malbatên hevalên me yên rojnamevan ên şehîd ketine û hemû mêvanên me ew vexwendine, wê bi xweşbînî vê biryara me pêşwazî bikin."
XELAT
Xwediyên xelatan bi vî rengî ye:
NÛÇEYA KURDÎ
Rojnamevan Gokhan Altay bi nûçeya xwe ya bi navê "Ji bo mîtînga AKP'ê gefa lêpirsînê ya li karsaz" bû yekemîn, rojnamevan Îbrahîm Bûlak bû duyemîn û rojnamevan Nûrşen Butuşeba hêjayî xelata teşwîkê hat dîtin.
NÛÇEYA KURDÎ
Nûçeya Nedîm Turfent a bi serenavê "Vê dewletê vaye ev jî kir!" bû yekemîn. (Nûçegihanê Ajansa Nûeçyan a Dîcleyê yê Colemêrgê). Hasan Akbaş jî xelata taybet a Jûrî bi dest xist. (Nûçegihanê Rojnameya Evreselê yê Amedê)
KARÎKATUR
Berhema Aşkin Ayrancioglû ya bi navê "Selfiya Aştiyê" û berhema Mûsa Keklîk a bi navê "Hilbijartin" hêjayî xelata yekemîniyê hatin dîtin. "Deşîfrasyon" a Mahmût Ûlûsan jî hêjayî xelata taybet a jûrî hat dîtin.
WÊNE
Du wêneyên Ramazan Seykan ên bi navê "Provokasyona bi xwîn" hêjayî xelata yekemîniyê hat dîtin. (Nûçegihanê Rojnameya Guneydogû Ekspres). Wêneyê koça ji neçarî yê bi navê "Sînorê Kobanê-Pirsûs" ê Welat Cîn hêjayî xelata taybet a jûrî hat dîtin.
NÛÇEYA BI DÎMEN
Nûçeya Bekîr Guneş û kameraman Gokhan Çetîn a bi serenavê "Li Cizîrê gel bi qulên di dîwarê hewşê de vekirîne, xwe digihîne hev" a di IMC TV de hat weşandin hêjayî xelata nûçegihaniya bi dîmen hat dîtin.