Xizmên windayan edalet xwestin, AKP û Erdogan şermezar kirin
Li Şirnex, Gever, Amed û Îzmîrê xizmên windayan û ÎHD'ê aqubeta kesên hatin windakirin û hatin qetilkirin pirsîn.
Li Şirnex, Gever, Amed û Îzmîrê xizmên windayan û ÎHD'ê aqubeta kesên hatin windakirin û hatin qetilkirin pirsîn.
Li Şirnex, Gever, Amed û Îzmîrê xizmên windayan û ÎHD'ê aqubeta kesên hatin windakirin û hatin qetilkirin pirsîn. Di çalakiya Geverê de bûyera di 25'ê Îlona 1995'an de a li gundê Befircan a Geverê pêk hat hat vegotin û çîroka Saît Akin ê di heman bûyerê de ji aliyê leşkeran ve bi bombeyan hat qetilkirin hat vegotin.
ŞIRNEX
Di çalakiya heftane ya xizmên windayan a li Cizîrê de li hember komkujiyên li bajêr pêk hatin bertek hat nîşandan û xizmên 21 sivilên ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin jî di çalakiyê de amade bûn. Nûnerê ÎHD'ê Abdulkerim Pusat bertek nişanî daxuyaniyên serokwezîr da û destnîşan kir ku bila were li van wêneyan binêre ka kîjan ne sivîl in?
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê xizmên windayan di hefteya 350'emîn de ji bo aqûbeta kesên di salên 1990'î de ji aliyê dewletê ve hatin windakirin bipirsin li kuçeya Hunerê hatin cem hev. Ligel xizmên windayan, malbatên 21 welatiyên di demên dawîn de ji aliyê polîs û tîmên taybet ve hatin qetilkirin, parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, endamên û nûnerên saziyên sivîl ên civakî di çalakiyê de amade bûn. Welatiyan di çalakiyê de wêneyên kesên winda hilgirtin û dayikan wêneyên "Albûma şehîdan" li qadê vekirin.
'XWESTIN JIYANÊ LI CIZIRIYAN QEDEXE BIKIN'
Li vir nûnerê ÎHD'a Şirnexê Abdulkerim Pusat axivî û diyar kir ku ji ber qedexe kolanê wan nekariye çalakiya xwe du hefte li dar bixin. Pusat destnîşan kir ku di nav rojên qedexeya kolanê hatibû îlankirin de gelek mafên mirovan hatin binpêkirin û wiha got: "Ceyrana gelê Cizîrê birin û hewl dan ku jiyanê li gel qedexe bikin." Pusat bertek nîşanî daxuyaniyên serokwezîr Davutoglu jî dan û wiha berdewam kir: "Bila were li van wêneyan binêre ka kijan ji van ne sivil e. Zarokê 35 rojî, zaroka 10 salî an jî kalê 70 salî ma ne sivîl e?"
Pusat li ser gotinên serokomar Erdogan a "Pêvajoya çareseriyê me xistiye nav sarincê" jî serkinî û got ku pêvajoya çareseriyê di bedenê Cemîle Çagirga kiriye sarincê de.
GEVER
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî ÎHD û xizmên windayan bi heman armancê li Kolana Hunerê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin û hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Di çalakiya hefteyî de çîroka Saît Akin ê ku di 25'ê îlona 1995'an de li gundê Befircan ê Geverê ji aliyê leşkeran ve bi bombeyan qetil kir hat vegotin.
'BOMBE AVÊTIN STARGEHÊ'
Piştî rêzgirtinê Tayyup Canan çîroka Akin a ji aliyê birayê wî Abdurrahman Akin ve hatî nivîsandin xwend: "Bi ser gundê Befircan de leşkerên Fermandariya Tabura Komando ya Geverê û Serçeteyê Geverê Mehmet Yurdakul girt. Yên hînî vê serdagirtinê bûn ji gund reviyan. Ji bilî kesên reviyan hemû jin û zilamên gund komkirin û ji îşkenceyên giran re derbas kirin. Zextên PKK'iyan û stargehan nîşanî me bidin pêk anîn. Patosek dan xebitandin û ji me re gotin, 'heke hûn cihê stargehê nîşanî me nedin em dê we hemûyan di vir de perçe bikin' Di vê navberê de zarokê xwe li ber îşkenceyê negirt stargeha derveyî gund nîşanî leşkeran da û got 'Strageh ji aliyê Saît Akin ve hat çêkirin' 31 kesên gund birin ser stargehê. Bang li kesên di stargehê de kirin û gotin, 'teslîm bibin' Ez bi zorê birim stargehê û stargeh kur û tarî bû. Dema ez ketim stargehê gerîlayekî birîndar derket derve. Ez jî li pey wî derketim. Vê carê jî birayê min Saît şandin stargehê û pişt re jî bombe avêtin stargehê û teqandin. Di encama teqînê de 4 gerîlayên PKK'ê û birayê min Saît jiyana xwe ji dest da."
'YÊN DI VÊ WÊNEYÊ DE ÇETEYA GEVERÊ QETIL KIRIN'
Canan anî ziman ku cenaze anîn avêtin baxçeyê nexweşxnaeyê û wiha axivî: "Yên ji gund reviyan li Parlementerê Colemêrgê yê wê demê Esat Canan geriyan û agahiya îşkenceyê li gundiyan dikin danê. Di vê navberê de fermandarê operasyon rêve dibir ferman da leşkeran ku me gulebaran bikin.Canan hovît ji walî re got û Walî bi helîkopterê hat. Got 'ev kes sîvîl in' li hember derket. Walî em ji mirinê xilas kirin. Em hemû bi wesayîtên zirxî anîn Fermandariya Tugaya Geverê û pişt re em birin Colemêrgê û 11 rojan em li wir rastî îşkenceyên gelek giran hatin. Em piştî 11 roj şunda serbest hatin berdan. Em doz vekirin lê tu encam me bi dest nexist."
Canan wêneyên xizmên windana hilgirtin nîşan da û got, "Hemû kesên wêneyên wan li vir ji aliyê çeteya Geverê ve hatin qetilkirin."
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê li dar xistin.
AMED
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windaya çalakiya xwe ya hefteya 345'emîn li Parqa Koşuyolu li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin. Di çalakiyê de çîroka Ahmet Berek ê ku di sala 1994'an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat binçavkirin û 21 roj şunda cenazeyê wî li navenda Cizîrê hat dîtin hat vegotin û xwestin kiryar bên darizandin.
Nûnerê ÎHD'ê yê Herêmê Abdusselam Înceoren di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ligel çalakiyên ji bo windayan li dar dixin hêj aqubeta kesên hatin windakirin zelal nebûye û kiryar nehatine darizandin.
HAT BINÇAVKIRIN 21 ROJ ŞÛNDE CENAZEYÊ WÎ HAT DÎTIN
Piştre Rêveberê ÎHD'ê Emîn Ermîn çîroka Ahmet Berek vegot. Ermîn diyar kir ku kurê Berek M. Nurî Berek têkildarî mijarê de îfade dan Dozgerê Komarê yê Cizîrê û Berek li ber çavê xizmên wî ji aliyê tîmên taybet ve hat binçavkirin. Piştî bûyerê hevsera Berek bi cerdevanên bi navê Mustafa Şanli û Faysal Şanli re hevdîtin kir lê cerdevana ji wê re got, "tu her dê serbest berdin" lê piştî 21 roj şunda cenazeyê wî li piştî Otele Kerem a Cizîrê hat dîtin.
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.
ÎZMÎR
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê jî bi heman armancê li Sumerbanka kevin daxuyanî da çapemeniyê. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin hilgirtin. Rêveberê ÎHD'ê Îbrahîm Hanîzcî diyar kir ku di salên 90'î de welatiyên li "torosên sipî" siwar dikirin carke din venedigeriyan û wiha got: "Yên dan windakirin di navbera me de digerin lê rêveber qêrînên me nabihîzîn. Ji beprisiyariyê direvin."
Di çalakiyê de çîroka Cemîl Kirbayir ê ku di 12'ê Îlona 1980'an de hat binçavkirin û careke din tu agahî jê nehatin girtin hat vegotin.