Xelata herî mezin a Goteborgê derhênerê Başûrê Kurdistanê Hîşam Zaman girt

Xelata herî mezin a Goteborgê derhênerê Başûrê Kurdistanê Hîşam Zaman girt

Xelata Herî mezin ya 32’emîn Mîhrîcana Filman a Navnetewî ya Goteborgê hêjayî filmê ‘Before Snowfall’ Derhênerê ji Başûrê Kurdistanê Hîsham Zaman hat dîtin. Her wiha filmê ‘Dog Flesh’ yê  derhênerê ji Şiliyê Fernando Guzzoni  hêjayî Xelata Navnetewî yê Ingmar Bergman hat dîtin.  Xelata Filmê Metrajdirêj ya Herî Baş jî bi dengên gel hat diyarkririn û xelat hêjayê derhênera jina ji Erebîstana Siûdî Wadida Hafiaa Al Mansour yê bi navê ‘Pisqilêta Kesk’ hat dîtin.

 Juriya 32’emîn Mîhrîcana Filman a Navnetewî ya Gotborgê diyar kirin ku filmê bi navê Before Snowfall yê derhêner Hîsham Zaman  hêjayî xelata mezin hatiye dîtin.  Xelata ku Mîlyonek Kron girê dide, xwedî taybetiya xelata herî mezin a filman e.

Di film de  ciwanekî 16 salî Şiyar ku ji Başûrê Kurdistanê ye, ji bo ku xwişka xwe Nermîn ku bi zorê dihat xwestin bizewicînin ji malê reviyaye, li pey xwe xwişka xwe digere. Şiyar ji bo xwişka xwe ceza bike diçe Tirkiye, Almanya û Norwecê . Di film de tiştên tên serê Şiyar tê vegotin.

Di filmê Before Snowfall de Şiyar ji ber ku bavê wan tune, her tişt li ser milê wî dimîne û ji bo ku şerefa malbata xwe rizgar bike, li pey rêça xwişka xwe diçe Stenbolê. Şiyar li vir bi keçikek ku cilên mêran li xwe kiriye û li kolanan pêlavan boyax dike nas dike. Navê keçikê Evîn e.  Nîqaşa di navbera her du ciwanan de piştî demekê vediguhere dostanî û evînê.  Evîn bi Şiyar re ku ji niyeta wî ne agahdar e, diçe Almanyayê. Lê Şiyarê ku berê digot ez dê xwişka xwe bikujim, di dema rêwitiyê de nêrîna wî diguhere.

Derhêner Hisham Zaman di 1975’an de li Başûrê Kurdistanê tê dinê. Di 10 saliya xwe de bi malbata xwe re diçe Norveçê. Di 2004’an de  ji Dibistana Filman a Navnetewî ya Norveçê mezûn bû.  Zaman bi filmê xwê ‘Bawke’ yê metraj kin navê xwe li cîhanê da bihistin. Di nava 500 filmî de filmê herî baş hat hilbijartin û Bawke nêzî 40 xelatî girt.