Wê 10 deh hezar dar li Rezan bên çandin

Şaredariya Rezan wê di nav park, peyarê û qadên kesk ên Rezan de 10 hezar dar biçîne.

Şaredariya Rezan wê di nav park, peyarê û qadên kesk ên Rezan de 10 hezar dar biçîne.

Xebatên çandina daran a ji aliyê Şaredariya Rezan ve hatin destpêkirin, li Taxa Bagcilar destpê kirin. Hevşaredarên Rezan Bîrsen Kaya Akat û Eşref Guler xebat li cih şopandin û tevlî xebatên çandina daran bûn.  alîkarên hevşaredar, endamên meclîsa şaredariyê û amirên yekeyan jî ligel hevşaredaran tevlî xebatan bûn.

Hevşaredaran ku dar çandin der barê xebatan de ji amirên yekeyan agahî wergirtin. Hevşaredaran paşê karkerên daran diçînin ziyaret kirin û bi wan re sohbet kirin. Di çarçoveya aktîvîteyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de Hevşaredar Akat û endamên meclîsa jinan dar çandin.

Li gundên girêdayî navçeya Rezan jî xebatên çandina daran wê destpê bikin. Di çarçoveya xebatan de wê li derdora mizgeft, malên şînê û qadên şînkahiyê dar bên çandin.

Di çarçoveya xebatan de wê ji cureyên cuda 10 hezar dar bên çandin.