Unuvar ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin

Cenazeyê yek ji damezrînerên THKO Gulay Unuvar (Ozdeş) piştî merasîma li Cemxaneya Karacaahmetê hate definkirin.

Cenazeyê yek ji damezrînerên THKO Gulay Unuvar (Ozdeş) piştî merasîma li Cemxaneya Karacaahmetê hate definkirin.

Cenazeyê yek ji damezrînerên THKO Gulay Unuvar (Ozdeş) a ku ji ber pençeşêra pankreasê jiyana xwe ji dest da piştî merasîma li Cemxaneya Karacaahmetê hate definkirin. Malbata Unuvar, Hevberdevkê HDK'ê Ertugrul kurkçu û gelek kes beşdarî merasîma cenaze bûn. Di merasîmê de Sevîm Bellî axivî û diyar kir ku Unuvar jibilî nasnameya xwe ya siyasî xwedî şexsiyeteke hestiyar bû û wiha axivî: "Xemginiya Gulay a herî mezin ew bû ku nivîskên xwe nekarî biqedîne û ji nava me koç kir. Çi heyf e nivîsên xwe bi dawî nekir û çû."

Kurkçu jî anî ziman ku Gulay Unuvar xwe venegotiyi dema xwe wisa derbas nekirine tenê li ser têkoşîna xwe kur bûye. Kurkçu destnîşan kir ku Gulay sadebûn bû. Omer Kral jî got ku ewê têkoşîna xwe bidomînin.

Piştî rêzgirtinê cenazeyê Unuvar bi dirûşman ve hate definkirin.