TJK-E: Li hember êrîşan em li qadan bin
TJK-E têkildarî êrîşa li hember mîtînga aştiyê ya li Enqereyê pêk hat got: “Em bang li tevayî Kurdistaniyên li Ewropayê dikin ku derkevin qada û komkujiya li Enqereyê protesto bikin.”
TJK-E têkildarî êrîşa li hember mîtînga aştiyê ya li Enqereyê pêk hat got: “Em bang li tevayî Kurdistaniyên li Ewropayê dikin ku derkevin qada û komkujiya li Enqereyê protesto bikin.”
TJK-E têkildarî êrîşa li hember mîtînga aştiyê ya li Enqereyê pêk hat got: “Em bang li tevayî Kurdistaniyên li Ewropayê dikin ku derkevin qada û komkujiya li Enqereyê protesto bikin.
Li hember kesên dixwazin hêviya aştiyê bi bombeyan ji holê rakin wek jin em li qadan bin.”
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) êrîşa bombeyî ya li hember mîtînga aştiyê protesto kir.
TJK-E got ku îro tam jî di wextekî ku mirov li bendê bîn KCK agirbestê bike teqandina bombeyê di mîtînga aştiyê de tavilê AKP û Erdogan tîne hişê mirov. Çima?Ji ber ku li vî welatî yekane hêza ku naxwaze aştî, xwişk-biratî pêk bê û pirsgirêka Kurd çareser bibe AKP û Recep Tayyîp Erdogan e...
Li hember vê komkujiyê di serî de jin em bang li Kurdistaniyên li Ewropayê dikin ku derkevin qadan û komkujiya li Enqereyê protesto bikin.
Li hember kesên dixwazin hêviya aştiyê bi bombeyan ji holê rakin wek jin em li qadan bin. Dengê aştî, xwişk-biratiyê bilind bikin.”