Tîmên bersivdanê yên YPS'ê li Amed û Êlihê lê dan

Tîmên bersivdanê yên YPS'ê li Amed û Êlihê du çalakî kirin. Hate ragihandin ku polîsek hatiye 'cezakirin'.

Li gorî daxuyaniyê, Tîma Bersivdanê ya Şehîd Devran Devrîm 20'ê Gulanê li navçeya Sûrê ya Amedê bi çekên otomatîk li polîsên li dewriyê digeriyan xistin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi qasî ku hate tespîtkirin polîsek hate cezakirin."

21'ê Gulanê li taxa Saglik a Êlihê jî Tîma Bersivdanê ya Şehîd Sekvan Rûbar a YPS Jin li dijî hevkarekî polîsên Tirk kesê bi navê "Roşan" çalakî kirin ku fûhûş dida kirin. Li gorî daxuyaniyê ew şexs hatiye 'cezakirin'.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Herdu çalakî ji bo silavkirina berxwedana gerîla û bersiva li êrişên demên dawî yên li dijî mirovên me yên sivîl ên welatparêz, hatine lidarxistin."