Têkildarî hilbijartinan li Enchede civîn hat lidarxistin

Li bajarê Hollanda Enchede, Parlamenterê HDP’ê Alî Haydar Konca û Serokê HAK-DER Nurettîn Altûndal bi mijara hilbijartinê civîna gel li dar xistin.

Li bajarê Enchede yê Hollanda Parlamenterê HDP’ê Alî Haydar Konca û Serokê Federasyona Yekîtiyên Elewî ya Hollanda (HAK-DER) Nurettîn Altûndal di civîna gel de têkildarî rêxistina xebatên hilbijartinan ên li Ewropayê axivîn, diyar kirin ku divê gel bersiva pêwîst bide komkujiyan.

Di nirxandinên di çarçoveya dirûşma, "Em ê te nekin dîktator" de hat diyarkirin ku HDP hemû mezlûman di bin banê xwe de hildigire, partiya Tirkiyeyê ye ya girîngiyê dide taybetiyên gelan.

Konca bang li hilbijêrên li Ewropayê kir û got ku ji ber polîtîkayên şer ên li Tirkiyeyê berpirsyartiyên girîng dikevin ser milê hilbijêrên li Ewropa.