Têkildarî êrîşa faşîst a li Tokyo daxuyanî
Komeleya Çandê ya Kurd a li Tokyo der barê bûyera di navbera Kurd û faşîstan de rû da agahî da.
Komeleya Çandê ya Kurd a li Tokyo der barê bûyera di navbera Kurd û faşîstan de rû da agahî da.
Komeleya Çandê ya Kurd a li Tokyo der barê bûyera di navbera Kurd û faşîstan de rû da agahî da.
Têkildarî bûyera li ber Sefaretxaneya Tirkiye ya li paytexta Japonya Tokyoyê Komeleya Çandê ya Kurd daxuyaniyek çapemenî li dar xist. Medyaya Japonya ji eleqeyeke zêde nîşanî daxuyaniya çapemeniyê da.
Mehmet Yucel ê li ser navê komeleyê axivî diyar kir ku bûyer xwe dispêre têkçûna AKP’ê ya di 7’ê Hezîranê de û wiha dewam kir; “Ji hatina Tayyip Erdogan a 7’ê Cotmehê ya Japonyayê tê femkirin ku ji butçeya dewletê hinek sermaye razandiye. AKP’ê bi hêrsa têkçûna xwe ya di hilbijartinê de ji bajarên dûr û cuda ên Japonya otobus girtine, ev têr nedîtiye rojane jî pere dane.”
‘ÊRÎŞÎ CIWANAN KIRIN’
Yucel bal kişand ku li hemberî Erdogan Komeleya Çandê ya Kurd xebatên xwe pêş xistine û wiha dewam kir; “Faşîstan danê sibehê çar ciwanên me yên ku dengên xwe bikar anîn û xwestin biçin mal lînç kirin, armanca wan ew bû ku mirovên me yên bi malbat bitirsînin û hilbijartinê nedin kirin, Kurd nehatin lîstikan û dengên xwe bikar anîn. Saet nêzî 10:30 piştî dirûşmên beramberî hev ciwanên Kurd jî mudaxeleyî faşîstan kirin.”
ÇI ÇÊBIBÛ?
Li paytexta Japonya Tokyo 25’ê Cotmehê di navbera Kurdan û faşîstan de ku ji bo dengdayîna hilbijartina 1’ê Mijdarê hatibûn Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya Tokyo pevçûn derketibû. Faşîstan 4 ciwanên Kurd birîndar kiribûn Kurdên li cihê bûyerê bi hev re tevgeriyabûn û êrîşa faşîstan sekinandin.