Têkildarî dosyaya Hasan Ocak dozger di betlaneya zivistanê de ye

Têkildarî doza Hasan Ocak a bi sedema demboriyê çend roj mane bê girtin, dozger vê carê jî derket betlaneya zivistanê.

Têkildarî doza Hasan Ocak a bi sedema demboriyê çend roj mane bê girtin, dozger vê carê jî derket betlaneya zivistanê.

Parêzer Yolerî diyar kir ku ji bo astengkirina lêpirsîneke bi bandor dozger timî tên guhertin û got, "Derketina dozger a betlaneya zivistanê manîdar e". Birayê Hasan Ocak, Alî Ocak jî got ku eger ji ber demboriyê doz bê girtin jî wê dest ji têkoşîna edaletê bernedin.

Yek ji dosyayên bi sedema demboriyê bi talûkeya girtinê re rû bi rû ye dosyaya Hasan Ocak e.

Cenazeyê şoreşgerê komunîst Hasan Ocak dema 26’ê Adara 1995’an li daristanên Beykozê hat dîtin, di girtekên jendermeyan de wek, “îşkence lê hatiye kirin” hat qeydkirin.

DIKARÎBÛN NASNAMEYA WÎ DIYAR BIKIN

Ji ber Hasan Ocak, berê jî hatibû binçavkirin mohra tiliyên wî û qeyda wî hebû. Her wiha malbata Ocal serlêdana ku Ocak winda bûye jî kiribû. Dozgeriya Beykozê beriya ku destûr bide karûbarên defnkirinê, dikarîbû bi hêsanî nasnameyê tespît bike, lê li şûna wê Ocak li Goristana Bêkesan a Altinşehîr hat veşartin.

Ji ber ti agahî ji Hasan Ocak nehatin girtin, malbat û rêhevalên Ocak li aliyekî ku serlêdana fermî kirin, li aliyê din bi dirûşma, “Wê Hasan Ocak bi saxî girt, em bi saxî dixwazin” çalakî li dar xistin.

Derbarê polîsan de gilî hat kirin, lê bi neşopandinê encam bûn.

Ji ber li Tirkiyeyê ti encam nehat girtin, serî li DMME hat dayîn. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) Tirkiye têlidarî doza Ocak mehkûm kir.

DOZGERÊN ERGENEKONÊ JÎ LÊPIRSÎN NEKIRIN

Ji ber di îdîanameya Ergenekonê der heqê Hasan Ocak û Komkujiya Gazî de hin îdîa hebûn, 11 malbatên zarokên wan winda daxwazname dan dozgeriya Ergenekonê, dozgeriyê nexwest daxwaznameyê bigire, li ser israra malbata daxwazname hat girtin, lê ti encam nehat girtin.

Piştî wê malbatê daxwazname da Dozgeriya Beykoz û xwest kesên navê wan di dosyaya Ergenekonê de hene bên guhdarkirin. Dozgeriya ku bi salan e ti lêpirsîn nekir, vê carê biryara “bêpeywiriyê” da, dosya şand dozgeriya komarê ya Stenbolê ya bi erka taybet. Dozgeriya Komarê ya Stenbolê jî dosya şand dozgeriya Beykozê.

Dosyaya li Dozgeriya Beykozê bi biryara neşopandinê re rû bir û ye.

20 SAL IN LÊPIRSÎNEKE RAST Û BI BANDOR NEHAT KIRIN

Parêzer Gulseren Yolerî a têkildarî rewşa dosyayê ji ANF'ê re axivî got, "20 sal in dosyaya lêpirsînê vekiriye. Lê ne hat ronîkirin ne jî gihaştin sûcdaran. Tevî biryara DMME ya lêpirsîneke bi bandor nehetiye kirin jî, dozgerî hê jî naçe ser bûyeran. Lêpirsîneke bi bandor û rast nayê kirin.”

Parêzer Yolerî anî ziman ku dozgerê li dosyayê dinêre timî tê guhertin û wiha got, “Çend roj mane ku dosya rastî demboriyê bê, derketina dozger a betlaneya zivistanê manîdar e.

ALÎ OCAK: DOSYA JI BO NAYÊ GIRTIN

Birayê Hasan Ocak ê ji ANF’ê re axivî got, "Vî sûcî demborî nekarî temîz bike. Dewletê ne hesabê komkujiya Gazî da, ne jî hesabên sûcê qetilkirin û windakirina mirovên wê da… Em dixwazin van polîtîkayan vala derxin. Eger dewlet bi awayekî fermî biryar bide dosyayê bigire jî, ji bo ev polîtîkayên dewletê derkevin holê û bên lêpirsînkirin, em ê bi her cureyê têbikoşin.”