Rêxistina HDP'ê ya Navendî ya Stenbolê, Meclisa Navendî ya Stenbolê ya HDP'ê û Şaxa Stenbolê ya TUAD ji bo tecrîda girankirî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin û azadiya wî ya fîzîkî daxwaz bikin li Rawestgeha Metro ya Aksarayê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de ku hejmara ciwanan zêde bû bi sedan kes amede bûn. Her wiha di daxuyaniyê de Wekîla Serokatî ya Koma HDP'ê û Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan, parlementerên Stenbolê yên din û gelek nûnerên saziyan amede bûn. di daxuyaniyê de dirûşmên wekî "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana Kobanê" hatin berzkirin. Piştre li ser navê Şaxa Stenbolê ya DUAD'ê Arîfe Yilmaz daxuyaniyê xwend û diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan helwesta AKP'ê ya li hemberî pêvajoya çareseriyê nîşan dide û got rêya demokratîkbûna Tirkiyeyê di azadiya Ocalan de derbas dibe.
'TECRÎDA LI SER OCALAN LI HEMBERÎ AŞTIYÊ PÊK TÊ'
Piştî xwendina daxuyaniyê Wekîla Serokatî ya Koma HDP'ê û Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan, axivî û diyar kir ku wan herî dawî wekî heyet di 5'ê Nîsanê de bi Ocalan re hevdîtni pêk anîn e û wiha got: "Ji bo ku bi Ocalan re hevdîtin pêk bê çi ji destê me bê em dikin. Tecrîda li ser Ocalan li hemberî aştiyê pêk tê."
Buldan bertek nîşanî gotinên Serokkomar Erdogan ên Mutabakata Dolmabahçeyê red dike da û wiha dom kir: "Daxuyaniyên Erdogan pir şaş in. Di Mutabakata Dolmabahçeyê de 10 xalên ku hatin aşkerakirin pêşeroja Tirkiyeyê eleqedar dike. Agahiya wî ya ji vê mutabakatê heye. Erdogan bi daxuyaniyên xwe heqaretê li vîna 6 mîlyon kesî deke. Divê demildest ev tecrîd ji holê rabe. Heta ev tecrîd berdewam bike wê li her derê çalakiyên me jî berdewam bikin."