Tahîr Elçî di îfadeya xwe de got, 'Ez li pişt gotinên xwe me'
Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî di îfadeya xwe ya edliyeyê de nêrîna xwe ya PKK ne ‘rêxistineke terorê ye’ dubare kir.
Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî di îfadeya xwe ya edliyeyê de nêrîna xwe ya PKK ne ‘rêxistineke terorê ye’ dubare kir.
Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî di îfadeya xwe ya edliyeyê de nêrîna xwe ya PKK ne ‘rêxistineke terorê ye’ dubare kir. Prz. Elçî got: "Ez di wê baweriyê de me ku rêxistineke ku xwedî piştgiriyeke mezin e mirov nikare di nav rêxistineke terorê de bigire dest.”
Prz. Elçî yê ji ber got, "PKK ne rêxistineke terorê ye" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin.
Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ê ji ber di bernameyeke televîzyonê de got, “PKK ne rêxistineke terorê ye” der barê wî de lêpirsîn hat destpêkirin, li Edliyeya Bakirkoy îfade da. Elçî yê îfadeya wî hat girtin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin.
Hevpîşeyên Elçî Mehmet Emîn Aktar, Ercan Kanar, Ahmet Sevîm wekîltiya wî kirin.
'LÊPIRSÎN BI DAXWAZA HIKÛMETÊ HAT DESTPÊKIRIN'
Prz. Elçî yê îfadeya wî ji aliyê Wekîlê Serdozger Îdrîs Kûrt ve hat girtin got: "Ez wer difikirim ku ev lêpirsîn bi xwe destpê nekiriye, li ser talîmata endamên hikûmetê destpê kiriye.
Prz. Elçî diyar kir ku ji ber tespîta xwe di medyaya nêzî hikûmetê de hedef hatiye nîşandan û gef lê hatine xwarin.
'PKK/KCK WEK RÊXISTINA TERORÊ NAYÊ PÊNASEKIRIN'
Elçî di îfadeya xwe de bal kişand ser van xisûsan: "Ez wek şexs wer difikirim ku PKK/KCK bi awayekî yekpare di nav têgîna rêxistina terorê de nikare bê pênasekirin. Şert û mercên derketina vê rêxistinê, sedemên dîrokî, potansiyela şerê çekdarî ya 30 salan bi îstiqrar meşand, tevî 40 hezar mîlîtanên xwe di pevçûnên çekdarî de winda kir û jî 15 hezar-20 hezar mîlîtanên çekdar di bin banê xwe de hildigire, li cîhanê û Tirkiyeyê rêxistinbûneke wê ya bi pergal heye, di nav civaka Kurd de dibêje ku daxwazên siyasî, çandî û civakî yê gelê Kurd diparêze û xwedî piştgiriyeke mezin e, Ez di wê baweriyê de me ku rêxistineke wiha mirov nikare di nav rêxistineke terorê de bigire dest.”