SZK’ê li gundê Gokan Dibistana Zimanê Kurdî vekir
SZK’ê li gundê Gokan Dibistana Zimanê Kurdî vekir
SZK’ê li gundê Gokan Dibistana Zimanê Kurdî vekir
Li Gundê Gokan a Efrînê Saziya Zimanê Kurdî (SZK), di çarçoveya xebatên xwe yên perwerdeya zimanê kurdî de dibistanek vekir.
Di çarçoveya xebatên xwe de SZK'ê li Gundê Gokan a Navçeya Mabata ya Efrînê dibistana Zimanê Kurdî vekir. Vekirina Dibistanê bi beşdariya şêniyên gund pêk hat.
Beriya vekirina Deriyê dibistanê, Mamosta Zimanê Kurdî Betal Sîno axivî. Sîno bal kişand li ser xebatên SZK'ê yên li Rojavayê Kurdistanê û hewldanên pêşxistina zimanê kurdî, Sîno dazanîn gel bê hebûna zimanê xwe nikare bibêje ez heme. Sîno di dawiya axaftina xwe de kiryarên sîstemên dagirker ên li ser Kurdistanê û qedexekirina zimanê kurdî ya bi salan ku ne hişt ziman pêşbikeve û soz da ku SZK'ê wê di pêşxistina zimanê kurdî de bi îsrar be.
Piştî axaftina Sîno Deriyê Dibistanê ji xwendekaran re hate vekirin.