SZK: Bersiva komkujiyan û înkarê perwerdeya bi zimanê dayikê ye
SZK: Bersiva komkujiyan û înkarê perwerdeya bi zimanê dayikê ye
SZK: Bersiva komkujiyan û înkarê perwerdeya bi zimanê dayikê ye
Şaxa Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya Helebê, têkildarî Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyek nivîskî da û bal kişand ku bersiva herî baş a li hemberî komkujiyan û siyaseta înkarê perwerdeya bi zimanê dayikê û xwedîderketina li ziman e.
Şaxa SZK’ê ya Helebê, bi minasebeta Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya ku roja ziman hate pîrozkirin de hate diyarkirin dewletên dagirker li gel nasnameyê zimanê kurdan jî qexe kiriye û nehiştiye ku hebûna xwe bi zimanê xwe bidin nasîn, lê gelê kurd bi têkoşîn û berxwedanek bêhempa ev siyaset vala derxistiye. Di berdewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ku hêzên serdest dixwazin bi komkujiyan vîna kurdan têk bibin û ev tişt hatin gotin: “Ev di kesayeta mamoste Osman û Bavê Cûdî yên ku di bin îşkenceya rêjîma Surî de jiyana xwe ji dest dan dibe. Her wiha kokujiya li Eşrefiyê encama vê siyasetê ye.”
Di dawiya daxuyaniyê de ev siyaset û komkujî hatin şermezakirin û hate destnîşankirin ku bersiva herî baş a li hemberî komkujiyan û siyaseta înkarê perwerdeya bi zimanê dayikê û xwedîderketina li ziman e. Her wiha bang li hemû rewşenbîr, nivîskar, xwendekar, jin, dayik û hemû kesan hate kirin ku xwedî li ziman derkevin.