Şoreşa Rojava li Bordeauxê hat silavkirin

Li bajarê Bordeaux salvegera Şoreşa Rojava hat pîrozkirin.

Li bajarê Fransa Bordeaux ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve bi wesîleya 3. salvegera Şoreşa Rojava mîtîngek hat lidarxistin.

Di mîtînga ku bi sedan Kurdistanî û Tirkiyeyî amade bûn, partiyên çep ên Fransî jî piştgirî dan mîtîngê. Di mîtîngê de dirûşmên, "Bijî berxwedana Rojava", "Silav silav ji Îmrali re hezar silav” hatin gotin.

'HER ROJ HÊVIYÊK NÛ ÇÊDIBE'

Endama Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK)’ê Sevîm Kûmcûr a di mîtîngê de axivî şoreşa Rojava silav kir û got, ''YPG û YPJ bi îradeyeke mezin li hember çeteyên DAIŞ’ê şer kirin û di vî şerê bi ezmek mezin hat meşandin, me çeteyên barbar ji xaka xwe derxistin… Ji bo me her roj hêviyek nû derdikeve.”

Mîtîng bi govendan bi dawî bû.