‘Şoreşa Rojava ji bo tevgerên şoreşê yên cîhanê bû hêvî’
Swîsre Revolutionäre Jugendgruppe (Tevgera Ciwanan a Şoreşger) diyar kir ku şoreşa Rojava ji bo her kesên têkoşîna şoreşê didin bûye çavkaniyeke mezin ya hêviyê.
Swîsre Revolutionäre Jugendgruppe (Tevgera Ciwanan a Şoreşger) diyar kir ku şoreşa Rojava ji bo her kesên têkoşîna şoreşê didin bûye çavkaniyeke mezin ya hêviyê.
Swîsre Revolutionäre Jugendgruppe (Tevgera Ciwanan a Şoreşger) diyar kir ku şoreşa Rojava ji bo her kesên têkoşîna şoreşê didin bûye çavkaniyeke mezin ya hêviyê. Endamên Tevgera Ciwanan a Şoreşger da zanîn ku kapîtalîzmê heta hucreyên civakê xwe neqiş kiriye û di demeke wisa de anarşîst û tevgerên şoreşger ên li Ewropayê têdikoşin, bi şoreşa Rojava re, bi xwe re ji nû ve hêz dîtine û got: “Komeke hevalên me ji bo Şoreşa Rojava di cih de bibînin û Kobanê ji nû ve ava bikin wê biçin Kobanê."
Revolutionäre Jugendgruppe (Tevgera Ciwanên Şoreşger) ya li Bern a Swîsreyê xebatan dimeşîne li Swîsreyê li dijî kapîtalîzmê jiyanek alternatîf rêxistin dike. Tevgera Ciwanan a Anarşît ku ji sala 1987’an heta niha navendeke bi navê Reîtschule, cemawerî kirine û hewl didin xebatên xwe bimeşînin, heta niha gelek caran rastî êrîşên polîsên Swîsreyê hatine.
Komên anarşîst ji roja ku Reîtschule cemawerî kirin, wê derê wek cihê anarşîstan bikar tînin û ji bo vê derê veguherin qada jiyaneke alternatîf têkoşînek mezin dane. Ev dera ku xwedî qadeke mezin e, restoran, kafeterya, marangoz, matbaa hatin vekirin û her wiha weşanên radyo û rojnameyê, sînema û şanoyê dikin.
Dîsa ji bo penaberan jî kursên ziman hatine vekirin û ji bo penaberên dixwazin serlêdana wan bên qebûlkirin an jî dixwazin şûnde vegerin welatê xwe her cureyê alîkariyê tê dayîn.
Tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî her cure qanûnên li dij biyaniyan dertê têdikoşe û her wiha di çalakiyên Kurdan de jî bi awayekî aktîf cih digirin û destekê didin. Me bi endamên tevgera ciwanên şoreşger re axivî.
Endamên ciwanên anarşît beyî nav bidin têkildarî xebata xwe û şoreşa Rojava de ji ANF’ê re axivîn.
SWÎSRE NE NAVENDA DEMOKRASIYÊ YE
Endamên ciwanên anarşîst da zanîn ku Swîsre rasterast ne navenda demokrasiyê ye û gotin li cihekî ku ne navenda kapîtalîzmê be, rêxistina jiyaneke alternatîf gelek zehmete û gotin: “Kapîtalîzm heta ruhê mirovan nexweş kiriye. Li dijî pergala kapîtalîst afirandina jiyaneke alternatîf a li Ewropayê gelek zehmet e. Em bi salan e di bin sîwana Reîtschule de bi baweriya ku dikare jiyanek alternatîf hebe, têdikoşin. Lê di çalakiyeke me ya herî biçûk de polîs me sûcdar dibîne, zextan li me dike û me binçav dike.”
CIVAK BÛNE KOLEYÊN PERGALÊ
Ciwanan got: “Dewletan li ser keda mirovan xwe heyî kiriye û civak bi xwe ve girêdane. Di nava pergala kapîtalîst de mirov bûne koleyên pergalê. Ji pergalê re xizmetê dikin. Civak êdî li ser xaka ku dijîn bi pergaleke din bawer nakin. Me gelek caran jiyana alternatîf vegot lê civak bi vê bawer nake. Em ji bo vê bi salane têdikoşin. Em nekarin bêjin ku hemû civak vê jiyana alternatîf a nû diparêze.
GELEK TIŞTÊN ALTERNATÎF DIKARIN BÊN KIRIN
Me dema di Reîtschue de pergalek alternatîf ava kir, endamên ciwanan karbeşî kirin. Endamên ciwanan ji bo nîşan bidin ku gelek tiştên alternatîf tên kirin, xebat meşandin. Me li vir matbaa, xeratî, şano, sînemaya xwe ava kir. Dîsa me weşana xwe da destpêkirin. Em qursên ziman didin.
Li Ewropayê jiyanek alternatîf zehmet e. Lê Şoreşa Rojava hêviyek mezin da kesên têkoşîna şoreşê didin. Yekem car dij dewletan alternatîfek hat avakirin. Ew jî li Rojava bi têkoşînê hat avakirin. Komeke hevalên me ji bo avakirina Kobanê û têkoşîna Rojava di cih de bibîne wê biçin Kobanê.”
Ciwanan diyar kirin ku gelek tiştên ku ji Şoreşa Rojava mirov fêr bibe hene.