Platformê bang li AKP’ê kir û got: “Encamên hilbijartinên 7’ê Hezîranê baş binirxîne. Daxwaza guherînê ya civakê bibîne.”
Platforma Ji Ocalan re Azadî ji bo tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe deklerasyonek amade kiribû û hunermend, siyasetmedar û rewşenbîrên li Stenbolê hatin cem hev daxuyaniyek dan.
Li ser navê Platformê Zubeyde Teker axivî û got tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser hemû hezkiriyên aştiyê ye.
Berdevka Platfomê Eren Keskîn jî got: “Ocalan ev 16 sal e bi pêkanînên dij qanûn û peymanên navneteweyî re rû bi rû ye. Di rojên ewil de me nedizanî kî ji girtîgehê berpirse. Pêkanînên kontra yê wan rojan dihatin jiyîn, îro jî didomin.”
Keskîn wiha berdewam kir: “Yên aştiyê tînin, yên şer dikene, yên li maseyê rudinin her du aliyên şer dikene. Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî destekê didin vê. Lîderê aliyekî di destê aliyê din de dîl be, mirov nekarin behsa aştiyê bikin. Bihêlin azadiya Birêz Ocalan, nahêlin bi malbata xwe re jî hevdîtinê bike. Azadiya Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, divê pêk bê.”
DEWLETEK BI AQIL VÊ DAXWAZA AŞTIYÊ WÊ BIBÎNE
Ji meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê Hakan Tahmaz got ji sala 2005’an heta niha hevdîtinê bi Ocalan re ji aliyê dewletê ve bûye wek amûr. Tahmaz got: “Dema heyeta HDP’ê hevdîtin dikir jî tecrîda li ser Ocalan berdewam dikir. Divê ev tecrîd bi tevahî ji holê rabe. Divê hilbijartinên 7’ê Hezîranê li ber çavan bê girtin. Dewletek baqil wê daxwaza aştiyê bibîne.”
Damezrînera Platformê Ayşe Batumlu jî balkişand ser Şoreşa Rojava û got: “Tovên ku Birêz Ocalan bi salan berê li Rojava avêt, şîn bû. Dewletê serkeftina Rojava dît û doza tecrîdê zêde kir. Ji ber vê divê em li dijî tecrîda li ser Ocalan têbikoşin.”
Ji NÇM’ê hunermend Rojda jî diyar kir ku civak guheriye û mirov vê bi encamên hilbijartinê re dibînin û got divê dewlet jî vê guherînê bibîne.
Ji rojnameya Evrenselê Ender Îmrek jî got ger bi rastî di pisgirêka kurd de pêngav bê avêtin divê azadiya Ocalan pêk bê. Îmrek balkişand ser encamên hilbijartinê jî û got 6 mîlyon deng ji bo çareserî û azadiya Ocalan hatiye dayîn.
Ji TOHAV’ê Hakan Gurbuz jî anî ziman ku ji bo aştiyeke mayîn de azadiya Ocalan şert e.
Parlamenterê berê Ufuk Uras jî bi lêv kir ku ev du hefteye ji hikûmetê dipirsin ka di navbera Ocalan û wezareta dadê de hevdîtinek heye an na û got hîna bersivek negirtiye. Uras bi lêv kir ku mijar çibe divê ji rayagiştî re bê aşkerakirin.
TECRÎDA 5’Ê NÎSANÊ LI DIJ ROJAVA YE
Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Cengîz Çîçek jî got: “Tecrîda 5’ê Nîsanê di esasê de li dijî şoreşa Rojava ye. Ji bo çareserkirina adîlane û demokratîk a pirsgirêka kurd divê Ocalan raste rast bi kadroyên xwe re hevdîtinê bike.”
Aktîvîstê Platfomê Zulkuf Kurd jî got divê ew di mijara çareseriyê de zorê li dewletê bikin ku samimiyeta xwe nîşan bide.
Ji DBP’ê Huseyî Koçuk jî destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê Tirkiye xistiye nava şerekî dijwar.
Ji Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê Ebru Gunay jî da xuyakirin ku roja ku Ocalan ji Sûriyeyê derketiye şûnde di bin tecrîdê de ye.
MESELE EV E, DEWLET WÊ AŞTIYÊ BIKE AN NA
Endama Platformê û hevseroka giştî ya DBP’ê Emîne Ayna têkildarî pêvajoya çareseriyê ya du sale tê meşandin de got: “Li Dolmabahçeyê yekem car heyetê û dewletê bi hev re daxuyaniyek dan. Piştî vê hevdîtin qût bûn. Ger Tirkiye aştiyê bixwaze neçare Ocalan azad be.”