Sîsarkên Keçel li Palmîra asê man!

Sîsarkên Keçel ên ku nifşê wan bi xeteriya tinebûnê re rû bi rû ye û bi tenê li navçeya Riha Bêrecûkê koloniyên wan hene, salê carekê koçî bajarê dîrokî yê Sûriyeyê Palmîra dikin. Lê belê îsal venegeriyan.

Sîsarkên Keçel ên ku nifşê wan bi xeteriya tinebûnê re rû bi rû ye û bi tenê li navçeya Riha Bêrecûkê koloniyên wan hene, salê carekê koçî bajarê dîrokî yê Sûriyeyê Palmîra dikin. Lê belê îsal venegeriyan. Saziya Çavdêriyê ya Sîskarkên Keçel û aktîvîstên xwezayê bi fikar in ku ji ber ev celebê çûkan di nava civakê de pîroz tê dîtin ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibin kuştin. Aktîvîstan diyar kirin ku ji bo pêşî li koça îsal a Sîsarkên Keçel bigirin, wan biryar dane li qefeseke mezintir wan xwedî bikin.

Rêxistina hov DAIŞ a bûye belayê serê gelên Rojhilata Navîn, êrîşên xwe yên li hemberî nirxên mirovahiyê dewam dike. Çeteyên DAIŞ'ê ku jin, zarok, extiyar, ciwan her kesên jê re bîat nakin qetil dikin, li bajarên dagir dikin jî weke karê destpêkê dewlemendiyên dîrokî tine dikin. Herî dawî bajarê dîrokî yê Sûriyeyê Palmîra dagir kir. Sîsarkên Keçel ên her sal ji Bêrecûkê koçî vî bajarê dîrokî Palmîra dikin, îsal venegeriyan. Serokê Komeleya Çand û Xwezayê Tûran Çetîn da xuyakirin ku wan ev çûkên amadekariya koçê dikin, li qefesên mezin bi cih kirine.

Çetîn anî ziman ku ev çûkên ku xwe bi zindiyên weke kurm, mêş û kêzikên li nava erdên çandiniyê xwedî dikin, ji aliyê civakê ve weke sembola bereketê tên qebûlkirin û got, "Sîsarkên Keçel li Fas, Bêrecûk û bajarê Palmîra yê Sûriyeyê dijîn. Ev celebê çûkan ku nifşê xwe bi tinebûnê re rû bi rû ye, ji sala 2005'an û vir ve tên parastin û em jî rêyên wan ên koçberiyê dişopînin."

Çetîn da xuyakirin ku hejmara van çûkan li gelemperiya cîhanê di nava 10 salan de 150 hatiye tespîtkirin û diyar kir ku haya wan ji Sîsarkên Keçel ên koçî bajarê Palmîra yê di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de ye, nîne. Çetîn da xuyakirin ku ji bo nifê Sîsarkên Keçel neqede ew dixebitin û got, "Ji dema kurkbûnê heta çêbûna çêlikan, weke ekîb em wan bi hesas dişopînin. Der heqê van çûkên hem kedî hem jî kovî ne, em ji aktîvîstên xwezayê yên li bajarê Palmîra agahiyan werdigirin. Lê belê piştî ku DAIŞ'ê bajarê Palmîra bi dest xist, aktîvîstên xwezayê yên li wê derê herêm terikandin. Piştî ewçend hewldanên me yên ji bo parastin û zêdekirina nifşên wan, niha haya me ji Sîsarkên Keçel nîne. Ji ber fikarên nikaribin vegerin, em Sîsarkên Keçel ên li vê derê li qefeseke mezin bi taybetî xwedî dikin, ku îsal koç nekin. Em hêvîdar in ku ji ber temamiya Sîskarkên Keçel neyên kuştin. Ji ber rewşa xwe ya pîroz gel Sîskarên Keçel weke sembola bereketê dibîne û diparêze. Ji ber vê eleqeyê, Sîskarkên Keçel hem kedî hem jî kovî ne. Eger hinek bixwaze Sîskarkên Keçel bikuje wê karibe bi hêsanî bikukje. Bi kurtasî, şerê li Sûriyeyê bandor li Sîskarkên Keçel ên nifşê wan bi tinebûnê re rû bi rû ne, kiriye."

...