SGDF’yî ji bo ji nû ve avakirina Kobanê derketin rê
SGDF’yî bi dirûşma, “Me bi hev re parast em ê bi hev re ava bikin” ji bo di nav ji nû ve avakirina Kobanê de cih bigirin ji Kadikoyê ber bi Pirsûsê ketin rê.
SGDF’yî bi dirûşma, “Me bi hev re parast em ê bi hev re ava bikin” ji bo di nav ji nû ve avakirina Kobanê de cih bigirin ji Kadikoyê ber bi Pirsûsê ketin rê.
SGDF’yî bi dirûşma, “Me bi hev re parast em ê bi hev re ava bikin” ji bo di nav ji nû ve avakirina Kobanê de cih bigirin ji Kadikoyê ber bi Pirsûsê ketin rê. Hevserokê SGDF'ê Oguz Yuzgeç got: "Em ê hefteyekê keda xwe bi keda gelê Kobanê re bikin yek. Em ê bi berxwedana Gezî, bi ruhê Gezî li wir bin”
Federasyona Komeleyên Ciwanan a Sosyalîst (SGDF), ji bo di xebatên avakirinê de cih bigire ber bi Kobanê ve kat rê. Endamên federasyonê yên gotin, "Me bi hev re parast em ê bi hev re ava bikin” beriya bikevin rê li ber Şaredariya Kadikoy daxuyanî dan. Di daxuyaniya têkildarî kampanyaya “Em Kobanê bi hev re ava bikin” û wê heta 26’ê Tîrmehê dewam bike ciwanan pankartên, "Li Rojava şoreş bilind dibe di nav xwîn û xwedanê de” û "Me bi hev re parast em ê bi hev re ava bikin” vekirin dirûşmên, "Bijî şoreşa me ya Rojava", "Wê ciwan bên wê sosyalîzm bê" û "Bijî berxwedana Kobanê" gotin.
Hevserokê SGDF’ê Oguz Yuzgeç ê daxuyanî da, diyar kir ku Kobanê wê li ber xwe bide, bi ser bikeve, nakeve û wiha axivî, “Kobanê neket, lê paşverû, faşîst, mêtinkar ketin û wê ketina wan jî bidome. Dema me serketina Kobanê pîroz dikir, derketin televizyonê û gotin ‘Hûn keyfxweş dibin, lê wê kî Kobanê ava bike’” Yuzgeç anî ziman ku me bi hev re Kobanê parast û em ê bi hev re Kobanê ava bikin û got di pêvajoya hefteyek a me ya em li Kobanê em bimînin de em ê xizmetên tenduristiyê, daristanên bîranînê û parka zarokan çêkin.
Yuzgeç ev bang kir: “Em ê hefteyekê keda xwe bi keda gelê Kobanê re bikin yek. Em ê bi berxwedana Gezî, bi ruhê Gezî li wir bin. Sibê saet 08:00’an em ê li Pirsûsê bin. Em li benda her kesê ku dixwazin di şoreşê de kedê bidin, dixwazin tuxlayekê deynin, kesên ku dixwazin werin Kobanê, bêne Pirsûsê.” Yuzgeç diyar kir ku Şoreşa Rojava, Şoreşa a “Kesên li Tirkiyeyê û Kurdistanê li hemberî AKP’ê li ber xwe didin.” Yuzgeç di dawiyê de jî salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir û wiha got, “Temen dirêj be Şoreşa Rojava.”
Piştî daxuyaniyê ciwan ber bi Pirsûsê ve ketin rê.