SGDF: Di 19-24’ê Tîrmehê de em li Kobanê ne
SGDF ya têkildarî kampanyaya "Me bi hev re parast em ê bi hev re ava bikin” civîna çapemeniyê li dar xist, diyar kir ku zêdetirî 500 kesî serlêdan kirine.
SGDF ya têkildarî kampanyaya "Me bi hev re parast em ê bi hev re ava bikin” civîna çapemeniyê li dar xist, diyar kir ku zêdetirî 500 kesî serlêdan kirine.
SGDF a têkildarî kampanyaya "Me bi hev re parast em ê bi hev re ava bikin” civîna çapemeniyê li dar xist diyar kir ku zêdetirî 500 kesî serlêdan kirine. SGDF'yiyan gotin, "Em ji bo ji Gezî heta Kobanê bibin pir diçin” bang li her kesî kirin ku piştgiriyê bidin Kobanê.
Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), têkildarî kampanyaya "Me bi hev re parast em ê bi hev re ava bikin” civîna çapemeniyê li dar xist.
Di civîna ku li avahiya HDP’ê ya Stenbolê hat lidarxistin, Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglu û Erdal Ataş jî beşdar bûn.
Daxuyaniya Çapemeniyê endama SGDF’ê Elîf Tugra da. Tugra, diyar kir ku Kobanê navenda azadî, berxwedan, şoreşa jinê û îradeya ciwanan e û got: "Şerê berxwedana mezin a li hember DAIŞ'ê, ji bo tevayî cîhanê bûye moral. Serketina li Kobanê serketina jin, ciwan, Êzidî, Tirkmen û gelên bindest e.”
Tugra, got ku wek ciwanên sosyalîst ji bo Kobanêya bi ruhî li ser piyan, lê bi awayê fizikî hilweşiyaye ji nû ve ava bikin di navbera 19-24’êTîrmehê de wê li Kobanê bin.
Tugra, têkildarî xebatên li Kobanê bikin diyar kir, destpêkê wê di xebatên avakirina dibistan û nexweşxaneyê de bixebitin, wê kreşa zarokan çêbikin, wê pirtûkxaneyeke ji pirtûkên Erebî-Kurdî çêbikin. Wê li girê Kaniya Kurda daristana bîranînê ava bikin, û “Muzeya Şer’ a Rifat Horoz (Heval Karker) ê di berxwedana Kobanê de şehîd ket xebatên wê dabû destpêkirin temam bikin.
Tugra her wiha diyar kir ku wê kontrola tenduristiya gel jî bikin, hunermend jî wê di bin banê BEKSAV de tevlî xebatan bibin.
Tugra anî ziman ku wê zarokên berxwedana Gezî û zarokên serhildanê wê bînin gel hev û got, "Em li benda wan kesan e yên dixwazin li bajarê şoreşê tûglayekî deynin.”
Hevserokê SGDF’ê Ogûz Yuzgeç ê piştî daxuyaniyê axivî got ku hejmara kesên dixwazin biçin Kobanê 500 derbas kir û wiha axivî: “Em ê tecrîda li ser Kobanê bişkînin.”
Yuzgeç wiha dewam kir: "Kobanê çiqasî bihêz bibe wê ruhê Gezî evqasî xurt bibe. Em ji bo jêre bibin pir diçin. Mîna Denîzan ku sala 1968’an li ser Ava Zapê pir ava kirin.”
Endamên SGDF’ê diyar kirin ku ji bo biçin Kobanê wê 20’ê Tîrmehê li Nvenda Çandê ya Amara ya Pirsûsê kom bibin.