Şewata li Cûdî li Wanê hat protestokirin
Meclîsa Ekolojiyê ya Bajarê Wanê ya ser bi Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, topbarana leşkeran û helwesta dewletê ya ku şewata li Çiyayê Cûdî bi rojane venamirîne, şermezar kir.
Meclîsa Ekolojiyê ya Bajarê Wanê ya ser bi Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, topbarana leşkeran û helwesta dewletê ya ku şewata li Çiyayê Cûdî bi rojane venamirîne, şermezar kir.
Helwesta dewletê ya li hemberî şewata li Çiyayê Cûdî li nerazîbûneke mezin rast tê. Meclîsa Ekolojiyê ya Bajarê Wanê ya ser bi Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê daxuaniyek da çapemeniyê û venemirandina agirê li Çiyayê Cûdî, şermezar kir. Daxuyanî li avahiya DBP'ê ya Bajêr hat dayîn û parlamenterên HDP'ê yên Wanê Yûrdûsev Ozsokmenler, Adem Ozcaner, Tûgba Hezer, Hevserokên HDP'ê yên Bajêr Veysî Dîlekçî, Derya Hayva, Heverokên DBP'ê yên Bajêr hamiyet Şahîn, Munîr Aras, rêveberên bajar û navçeyan, endamên Meclîsa Ekolojiyê ya KCD'ê û şêniyên bajêr amade bûn.
Hevberdevkê Komîsyona Ekolojî ya KCD'ê Fatih Şahîn gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên "Çiyayên Cûdî û Gabar dostên Kaçkar û Erciyesê ne" bibîr xistin û da zanîn ku şewat ji aliyê sîstemê ve hatiye derxistin.
Şahîn diyar kir ku dixwazin axa Kurdistanê wêran bikin û nerazîbûn nîşanî rayedarên li hemberî şewatê tu tişt nekirin da.
Şahîn got: "Îro Cûdî dişewite. Bi destê sîstemê ax û daristan tên şewitandin. Ev ax 'êdî ji texrîbata tekolojîk re dibêje bes' Dixwazin vegerin salên komkujî pêk dihatin, cînayetên kiryar nediyar dikirin, gund vala dikirin û asîmîlasyonê pêk dianîn."