Şervanên YPJ’ê Îlbaş û Akay hatin bîranîn

Şervanên YPJ’ê Koçer Akay (Hêvî Jiyan) û Elîf Îlbaş (Silav Faraşîn) li bajarê Arnhem ê Hollanda hatin bîranîn.

Şervanên YPJ’ê Koçer Akay (Hêvî Jiyan) û Elîf Îlbaş (Silav Faraşîn) li bajarê Arnhem ê Hollanda hatin bîranîn.

Li bajarê Arnhem ê ji bo Şervanên YPJ’ê Koçer Akay (Hêvî Jiyan) û Elîf Îlbaş (Silav Faraşîn) ên 2’yê Adarê di pêngava azadkirina Kobanê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn. Bîranîn, li Navenda Civaka Demokratîk a Arnhen û Saziya Malbatên şehîdan pêk hat.

Mehmet Zengîn ê di bîranînê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan axivî got ku dîroka Kurdistanê ji aliyê zarokên qehreman ên Kobanê ve ji nû ve hat nivîsandin. Zengîn axaftina xwe wiha domand: “Di şexsê Hêvî Jiyan ûSilav Faraşîn de divê xwedî li tevayî şehîdên Kurdistanê bê derketin. Li ser vî esasî divê her kes bi awayekî aktîf tevlî pêvajoya avakirina Kobanê bibe.”

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Arnhem Delîl Amed jî got ku gelê Kurd di şerê 35 salan de gelek berdêl dan.

Civîna bîranînê bi dirûşmên, “Şehîd namirin” bi dawî bû. Piştî civînê xwarina mewlûdê hat dayîn.