Şervanê YPG’ê Tekîn ji aliyê hezaran ve hat defnkirin

Cenazeyê şervanê YPG'ê Ahmet Tekîn (Baran Argeş) ê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da ji aliyê sedan kesî ve li Êlihê hat defîn kir.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Ahmet Tekîn (Baran Argeş) ê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da ji aliyê sedan kesî ve li Êlihê hat defîn kir.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Ahmet Tekîn (Baran Argeş) êdi şer û pevçûnên rizgarkirina Kobanê de jiyana xwe ji dest da, piştî karê otopsiya Saziya Tipa Edlî ya Riha ji aliyê MEYA-DER'a Êlihê û xizmên wî ve hat wergirtin û ji bo defin kirin anin Êlihê. Cenazeyê Tekîn li Tesîsa Bardakcilara a ketin Êlihê ji aliyê sedan wesayîtan ve hat pêşwazîkirin û heya Goristan Asriyê meşiyan. Di meresimê de nûner û rêveberên HDP, DBP, Hevşaredarê Êlihê Sabrî Ozdemîr. Meclîsa Dayikên Aştiyê, KURDÎ-DER, Meclîsa Ciwanên DBP'ê, nûnerên saziyên civaka sivîl û hezaran kesî amade bûn. Cenazeyê Tekîn bi rengên kesk, sor û zer hatibû pêçandin li ser milê welatiyan heya goristana ku 5 kîlometre ji derveyî bajare meşiyan. Di meşê posterên Rêberên Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Tekîn, alên PKK û KCK'ê hatin hilgirtin. Girseya ku her ku çû zêde bû bênavber dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê", "Bê Seroka jiyan nabe", "Kurdistan dê ji DAIŞ'ê re bibe goristan" û "PKK gel e, gel li vir e" berz kirin. Piştî cenazeyê Tekîn ji aliyê girseyê ve hat definkirin ji bo kesên di têkoşîna gelê kurd de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin.

Hevserokê MEYA-DER'a Êlihê Şukrû Baytar di merasîma cenaze de axivî û diyar kir ku mirovahî denydarê şervanên azadiyê ne û wiha got: "Şervanên gelê kurd heya dawiyê ji bo azadiya Kurdistanê têkoşiyane û bi azad kirina Kobanê re serkeftine."

Serdanên sersaxiyê wê 3 rojan li Mala Şinê ya Feqiyê Teyran werin qebûlkirin.