Rêxistina ciwanan a girêdayî AvEG-Kon, Young Struggle (YS) û Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB), şervana MLKP’ê ya Elman Îvana Hoffmann a li Rojava jiyana xwe ji dest da û hevalên wê yên têkoşînê bibîr anîn.
Di bîranîna li Mala Gel a Bruksel a girêdayî BGK'ê de, di şexsê Hoffman de ji bo tevayî kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêzgirtin pêk hat.
Di axaftinên bîranînê de wiha hat gotin, “Em dikarin bêjin ku şehadeta Hoffman a rastî 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê hat ji bo me jinên sosyalîst giran e.” Bang li jinan hat kirin ku hê zêdetir xwe bi têkoşîna azadiyê ve girêbidin. Di axaftinan de jinan got, “Ala Hoffmann hiştiye em ê bilind bikin.”
Di bîranînê jinên ciwan ên komunîst ên Îvana Hoffmann nas dikirin jî axaftinên pir hestyar kirin. Di axaftinan de hat diyarkirin ku Îvana Hoffmann li her cihî şoreş diparast, enerjî dida hevalên xwe.
Hat diyarkirin ku Îvana Hoffmann fêrî Kurdî û Tirkî bibû û Hoffman bi zanebûn berê xwe daye erdnîgariya Kurdistanê. Di axaftinan de wiha hat gotin, “Wê ji bo avakirina sosyalîzm û şoreşa gel guh da banga MLKP’ê û tevlî şoreşa Rojava bû.”
Di bîranînê de daxuyaniya Partiya Maksîst Lenînîst Komunîst (MLKP) Rojava ji girseyê re hat xwendin.