'Şehîdgeh'a li Cûdî hat dorpêçkirin

Artêşa Tirk a ku duh 'Şehîdgeh'a li Liceyê bombe kir, îro dor li "Şehîdgeha Şehîd Cûma û Şehîd Binevş" a li çiyayê Cûdî girtin.

Artêşa Tirk a ku duh 'Şehîdgeh'a li Liceyê bombe kir, îro dor li "Şehîdgeha Şehîd Cûma û Şehîd Binevş" a li çiyayê Cûdî girtin.

Topbarana li hemberî "Şehîdgeha Şehîd Cûma û Şehîd Binevş" a li Çiyayê Cûdî ya li Şirnexê destpê kir. Tabûra Tankan a li Bajarokê Bespinê yê navçeya Silopiyayê bi dehan top avêt û ev top li herêma 100-200 metre nêzî goristanê teqiyan.

Bi sedan leşkerên ji Şirnexê jî hatin, dor li goristanê girtin. Li ser girên Siwîskê û Tukera yên li pêşberî goristanê tank hatin bicihkirin.

Ji ber topbaranê, bi dehan mertalên zindî yên li goristanê, bi xeteriyê re rû bi rû ne. 

Li aliyê din, tevî parlamenterên HDP'ê heyeta ku ji bo biçe herêmê ji Şirnexê bi rê ket, li derdora gundê Baniyê Gilindor ji aliyê leşkeran ve hat sekinandin.

Artêşa Tirk duh jî 'şehîdgeha' li navçeya Amed Liceyê bombe kiribû.