Rojnamevanê Kurd Serdar Karakoç li Hollandayê hat binçavkirin

Rojnamevan Serdar Karakoç ku 23 sal in li Hollandayê li sirgûnê ye, li ser daxwaza dewleta Elman ji aliyê polîsên Hollandayê ve hat binçavkirin. Karakoç dê sibê derkeve pêşberî dadgehê.

ÇAPEMENIYA AZAD

Serdar Karakoç ê ku bi salan e di Çapemeniya Azad de dixebite, di salên 1990'î de nûnerê Îzmîrê yê rojnameya Ozgur Gundemê bû. Her wiha wê demê rêveberê navenda Stenbolê bû û di teqîna 3’yê Kanûna 1994’an a li dijî rojnameya Ozgur Ulkeyê li avahiya rojnameyê bû.

Karakoç roja Pêncşemê ji aliyê polîsên Hollandayê ve hat binçavkirin.

Hat ragihandin Karakoç ê ku ji ber daxwaza radestkirina Elmanyayê hat binçavkirin dê sibê derkeve pêşberî dadger.