Rûniştina doza qetilkirina Mahîr Çetîn dewam kir
Rûniştina doza têkildarî Mahîr Çetîn ê ji ber bi Kurdî axivî, rastî êrîşa nîjadperest hat û jiyana xwe ji dest da dewam kir.
Rûniştina doza têkildarî Mahîr Çetîn ê ji ber bi Kurdî axivî, rastî êrîşa nîjadperest hat û jiyana xwe ji dest da dewam kir.
Rûniştina doza têkildarî Mahîr Çetîn ê ji ber bi Kurdî axivî, rastî êrîşa nîjadperest hat û jiyana xwe ji dest da dewam kir. Ji ber heyeta dadgehê dîmenên kêliya bûyerê temaşe nekiriye rastî nerazîbûnan hat, parêzerê malbata Çetîn Onûrsev got, “Ev ne sûcekî edlî ye, êrîşeke nîjadperest e.”
4. rûniştina doza Mahîr Çetîn ê 3’yê Îlona 2014’an li navçeya Kaş a Antalyayê ji ber axaftina Kurdî rastî êrîşa nîjadperestan hat û jiyana xwe ji dest da, li Dadgeha Sûcên Giran a Elmaliyê pêk hat.
‘ÊRÎŞEKE NÎJADPEREST A GOTINÊN BI KÎN DI NAVA XWE DE DIGIRE’
Parêzera malbata Çetîn Aylîn Onûrsev bal kîşand ser dozê û got cînayet ne cînayeteke edlî ye, ev yek jî ji qeydên kamerayan bi hêsanî tê fêmkirin, kesên êrîşî Çetîn kirine, beriya bûyerê hevdu nas dikin û dûjînên weke “Kurdên Pîs” ên di dema lînckirinê de jî nîşan dide ku êrîşa lîncê, êrîşeke nîjadperest a gotinên bi kîn di nava xwe de hildigire. Onûrsev xwest bersûcên ku negirtî tên darizandin jî gumana reva wan li ber çavan bê girtin û bêne girtin. Onûrsev xwest dîmenên kêliya bûyerê ji Buroya Krîmînal a Jendermeyan a Enqereyê re bên şandin.
‘TALOQÎ 9’Ê ÎLONÊ HAT KIRIN’
Heyeta dadgehê rûniştin taloqî 9’ê Îlonê kir.